Jin û xweza du tiştên ku ji hev nayên cudakirine

09:01

Ronîda Hacî /JINHA

TIL TEMIR- Têkîldarê girêdana jin û xwezayê Endama Buroya Peywendiyên Dîplomatîk Ebla Dawê got, "Jin û xweza du hêmanên jiyanê yên pîroz in. Jin û xweza bi hev re xweşikbûneke bêsînor ava dikin."

Buroya Peywendiyên Dîplomatîk a Kongra Star Ebla Dawê a bajarê Til Temira Kantona Cizîrê, qala ahangî û girêdana jin bi xwezayê kir. Eblayê da zanîn ku armanca pergalê jin ji xwezayê dûrkirine û got ku jin bi têkoşîna xwe yê salan girêdanê xwe yê ligel axê parastiye.

'Jin bi xwezayê re bûye yek'

Eblayê anî ziman ku 5 hezar sale jin li hember her cure êrîş hebûna xwe parastiye û wiha got, "Jinê bi xwezayê re bûye yek, me dît çawa di civaka xwezayî de ji xwezayê derman çêdikir û gelek berhemên din jî derdixistin. Di heman demê de dema ku koçberî çêdibe jî, jin tucaran dev ji axa xwe bernade û ji her kesî zêdetir lê xwedî derdikeve. Ji ber wê em dikarin bêjin ku jin bê ax jiyan nake û xweza jî tucaran nikare bê jinê şîn bibe û reng bide. Mînak jinê ji axê mal, kelpîç, tenûr, tifik û gelek tiştên din jî çêkiriye. Di nava her baxçeyekî ku jinê ked pê re dabe jî, xweşikbûneke cuda xuya dike."

'Jin û xweza hev temam dikin'

Eblayê di dawiyê de wiha got: "Divê em hemû jin mîna ax û xwezayê berhemên xweşik bidin derdora xwe û tucaran xwe ji xwezayê qut nekin. Ji ber em û xweza hev temam dikin û em bê hev nikarin jiyanê bedew bikin."

(hs/rc)