Nûjiyan bi dengê berxwedanê çavê xwe vekir

09:02

JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê di nava xirabeyan de pitikên çavê xwe li jiyanê vedikin navên berxwedêran lê tên kirin. Nûjiyan jî yek ji wan zarokane ku bi dengê berxwedanê çavên xwe vekir û navê berxwedêrekê lê hat kirin.

Li Geverê jî weke her deverên qedexe ketîn ser xaniyên welatiyan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin hilweşandin û şewitandin. Welatiyên Geverê bi înat û bawerî jiyana xwe di nava xirabeyan de berdewam dikin. Hêviya herî mazin ji bo malbatên Geverê pitikên nû tên dinê ne. Bi hêviya dê ev zarok bibin şopdarên ciwanên di berxwedanê de jiyana xwe jidest dayî navê wan digirin. Her malbat navê wan berxwedêran li zarokên xwe dikin. Pêşiya sê rojan li Taxa Cumhuriyetê pitikek hat dinê. Dayîka zaroka nû hatî dinê Kevser Aktaş navê 'Nûjiyan' li zaroka xwe kir. Nûjiyan yek ji berxwedêrên di taxa Cumhuriyetê de berxwedan mezinkiriye û di dilê gelek malbatan de cihê xwe girtiye. Wateya peyîva Nûjiyan jî ji nû ve avakirina jiyanê ye. Dayîka Nûjiyanê Kevser hem bi hêviya ji nû ve avakirina jiyanê hem ji navê berxwedêran dayîna jiyandin navê Nûjiyan rakiriye.

Kevser Aktaş a ku di nav avahiyên hilweşandî de têkoşîna jiyana dayî, pêşiya sê rojan de pitika wê hat dine. Navê pitikê kir 'Nûjiyan' da ku jiyana xwe ji nû ve avabikin. Kevser anî ziman ku wan gelek zor û zehmetî kişand, pitika wan ji bo wan hêvîye û ew ê bi hev re jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Dayîka

(db-hk/rc)