'Berxwedana Sûrê neqedya me dewr girt’
09:45
Medine Mamedoglu / JINHA
AMED – Dayika Ramazan Ogut yê di berxwedana Sûrê de hat qetilkirin, Elîf Sogut diyar kir ku berxwedana Sûrê wê bidin berdewam kirin û got: “Belkî zarokê me nemir bû, nekare tiştekî bike lê em hene. Ev berxwedan emanetê me gelê Kurd kirin û çûn. Ji bo min şerê li wir hîna berdewam dike. Wê neqede. Ez ne Ramazan û ne jî hevalên wî jibîr nakim. Heta ez hebim ez li pişta wî me.
Qedexeya di 2’ê Kanûna 2015’an de li Sûra Amedê destpê kir di 9’ê Adar a2016’an de tevî dewletê got operasyon bi dawî bûne jî qedxe hîna didomin. Tê gotin ku cenaze hîna li Sûrê hene û dima pevçûnan berdewam dikir hêzên dewletê cenaze neda malbatan. Yek ji van cenazeyan a Ramazan Ogut yê 17 salî ku di 1’ê Çilede hat qetilkirin û 5 mehan cenaze nedan malbatê bû.
Malbatê 5 meh şûnde di encama girevên birçîbûnên û çalakiyên nobetê de cenaze girtibûn. Dayika Ramazan, Elîf Ogut diyar kir ku wê têkoşîna kurê xwe bidomîne û heta bijî wê berxwedana Sûrê bi kesî nede jibîrkirin.
'Di rojbûna xwe de şehîd ket’
Elîfê behsa çîroka Ramazan a çûyîna Sûrê kir û wiha got: “Di 1’ê Çile de l imin geriya. Agahiya me tinebû ketiye Sûrê. Piştre ez û keça xwe çûn kolanên Sûrê. Min ew dît me îqna nekir. Me çi got nehat. Lê dema em jê veqetiyan got ezê vegerim. Dema me ew li wir dît hîna qedexe dest pê nekiribû. Piştre di 1’ê mehê de di rojbûna xwe de l imin geriya û got ez başim min mereq nekin. Got çi bibe jî tiyê min bibînî. Wê şevê heta sibê ez ranezam. Min du xewn dît. Di her du xewnan de jî kurê min di nav betaniyan de bû. piştre min hîn kir ku piştî axaftina me li dema ji malê derdikeve lêxistin û kurê min şehît dikeve. Bi kabanê ku wê rojê min jê re biribû hat kuştin. Bi wî defin kiribûn.”
'Ji ber niha gora wî heye ez kêfxweşim’
Elîfê got 5 mehan ji bo cenazeyê payîne û wiha berdewam kir: “ Me ji bo wî çalakî da destpêkirin. Em ketin girevê. 5 mehan çalakiyên me berdewam kirin. Ez 5 mehan li hestiyên kurê xwe geriyam. Piştre me cenaze dît. Wê rojê hemû cîhan bû ya min. Gelo dayikek ji bo gora kurê wê heye kêfxweş dibe. Gelek dayikên wek min hene.”
Elîfê bi lêv kir ku kurê wê tevî ku soz daye wê dest ji hevalên xwe bernedaye û got: “Kurê min dizanibû çima dikeve Sûrê. Kesekî pir baş bû. ji berê de ji vê dozê hez dikir. Ji al û stranên wê pir hez dikir. Ji bo vê du caran hat girtin. Carekê destpê polîs bi kevir şikandibû. Piranî hevalên wî jî wisa bûn. Wî hevalên xwe tenê nehişt.”
Elîfê da zanîn ku beriya kurê wê beşdarî berxwedan Sûrê bibe xwe ji têkoşînê dur digirtin û got piştî Ramazan hatiye qetilkirin şûnde têkoşîna wî dewr girtine. Elîfê got: “Min kurê xwe jî jê dur digirt. Lê niha ez her roj diçim ser gora wî. Tevlî cenazeyên şehîdan dibim. Rêya kurê min êdî rêya min ne. Cenazeyê kurê min di morgê de parçe kirin. Bi mehan nedan me. Dozgeriyê ji bo cenazeyê bidin me gotin divê hun belgeya ku ‘terorîste’ îmze bikin. Heta mirov nebînin mirov fêm nakin. Piştî Ramazan her tişt baş fêm kir.”
Elîfê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bila qedexeya li Sûrê bê rakirin.
(hu)