Li seranserî Rojava jin dibêjin: Jin Jiyan e, jiyanê nekuj e

10:37

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Li seranserî Rojava jin ji bo hişmendîkirina civakê li hemberî komkujiyên jinan li ser piyanin û di nava çalakiyan denin. Li Amûdê bi vê mebestê rêze civîn ji gel re tên çêkirin. Herî dawî li Meclisa Gel a Xeta Şehîd Lezgîn a gundê Qereqûbê jî civînek berfireh hat lidarxistin. Li Kobanê û Girkê Legê jî daxuyanî hatin dayîn.

KOBANÊ

Li Kobanê Rêxistina Sara û Rêxistina Jinê ya Perwerde û Zanînê bi awayeke hevbeş daxuyaniyek weşandin. Daxuyanî ji hêla endama Rêxistina Jinê ya Perwerde û Zanînê Emîne Bozan ve hate xwendin.
Emîne da zanîn ku herî dawî di 5’ê mehê de Sakîne hat qetilkirin û wiha domand: "Sakîne hîna nû zewicî bû, bi awayeke hovane hate kuştin. Yên ku ew kuştin bi caran li wê xistine, zêr û pereyên wê dizîne. Ev tewan li beramberî tevahiya jinan pêk hatiye. Bêguman em ê li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin, heya dawiyê em ê wek bizava jinê li doza Sakîne xwedî derkevin. Ji bo ku tewankar werin darizandin em ê hewl bidin."

Emîne bilêvkir ku her diçe li her deverê qetilkirinên jinan zêde dibin û wiha berdewam kir: "Em bi navê rêxistinên jinê yên kantonê, kuştina jinan ku di demên dawî de li Efrîn, Amûdê, Qamişlo û Kobanê qewimînin, bi tundî şermezar dikin. Em ê li hember van komkujiyan di nava hewildan û çalakiyan debin. Em dibêjin ku jin jiyan e û jiyanê nekujin."
Daxuyanî bi durişma “Jin jiyan e, jiyanê nekujin” dawîbû.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê jina bi navê Felek Îsmaîl bi awayek hovane ji hêla hevjînê xwe ve hatibû kuştin. Li beramberî vê bûyerê, li bajar rêze çalakî pêk tên. bi heman mebestê li gundewarên bajar ji bo gel civînê têne çêkirin.

Meclisên Gel yên gundewarên bajarê Amûdê ji bo hişmendîkirinê civînan çêdikin. Li Meclisa Gel a Xeta Şehîd Lezgîn a gundê Qereqûbê ji civînek berfireh hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokê Meclisa Gel a Xeta Şehîd Lazgîn ya bajarê Amûdê Ebdulah Kenan û Rêvebera Kongra Star Xelat Amûdê ve hat birêvebirin.

Ebdulah Kenan di serî de sersaxî ji malbata Felek Îsmaîl re xwest û da zanîn ku ew ê destûr nedin kuştin, şîdet û zordestî li ser jinê pêk were. Xelat Amûdê jî kuştina Felek wek êrîşeke li beramberî tevahiya civakê pênase kir û bi berfirehî li ser şîdeta ser jinê û zayendparêziya civakî axivî.

Di dawiya civînê de ji malbata Felek Îsmaîl Emîne Salih Mehmûd axivî û wiha got: "Divê ev kes were darizandin û ev doz ji herkesê re bibe mînak."

GIRKÊ LEGÊ

Mamosteyên KPC (Komîteya Perwerdeya Civakî) bi daxuyaniyekê kuştina jinan şermezar kirin û diyar kirin divê civak şiyar nêzîk bibe. Bi dehan mamoste li dibistana Calayê di daxuyaniyê de amadebûn. Daxuyanî ji hêla Mamoste Şadiye Mistefa ve hate xwendin. Şadiye destnîşan kir ku her çendî 21’an weke sed sala jinê tê zanîn li hemberî wê mêrê xwe ne gihandî asta têgihiştinê weke êrîşkar rol digire û wiha got "Sedala 21'an wek sedsala jinê û şoreşa jinê tê binav kirin. bi taybet jinên Kurd bi firkirên Rêber Apo ronî bûne û di hemû qadan de kar û xebat dikin. Lê mixabin hişmendiya zilamê serdest hîna jî negihiştiye wê astê ku rastiya jina azad bipejirîne."

Şadiye anî ziman ku weke mamostayên jin ew van êrîşan napejirînin û wiha dom kir: "Ji ber vê yekê em mamosteyên KPC li bajar, bûyera kuştina jinan bi taybet yên vê dawiyê ku li Amûdê, Kobanê û Efrînê qewimîne bi tundî lenet dikin. Divê tevahiya civakê li dijî kiryarên wiha dij-mirov hişyar tev bigere."

Daxuyanî bi dûruşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' û 'Jinê nekuje, Jiyanê nekuje' dawîbû.

(kom/en/zt)