'Nedayîna cenazeya Eylemê êrîşa li dijî mîrateya civakê ye’
11:01
Ruken Tuncel/JINHA
STENBOL- Jinên musliman berten nîşanê nedayîna cenazeya şervana BOG’ê Eylem Ataş dan û gotin: “Nedayîna cenazeya Eylemê û êrîşa li dijî goristanan, êrîşeke li dijî mîrateya mirovahiyê ye. Divê demildest cenazeya Eylemê bê dayîn.”
Cenazeyê şervana BOG’ê Eylem Ataş (Cemre Heval)I di pêngava azadkirina Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da ev 39 rojin li morga nexweşxaneya Qamişlo tê payîn. Bavê wê Mehmet Ataş gelek carî serî li qeymeqamtiya Pirsûsê da, lê serlêdan hatin redkirin. Jinên saziyên musliman bertek nîşanê vê rewşê dan û gotin divê demildest cenazeyê bidin malbatê.
‘Li dijî miriyan rêzdarî’
Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Suhayla Înal got nedayîna cenazeyê di alî îslamî de alî mirovahiyê de nayê qebûlkirin û got: “Nedayîna cenazeya Eylemê nakeve ti pîvanî. Ji ber ferasetek wisa di îslamê de tine. Piştî mirinê defin kirin mafe. Lê li ser van xakan mafên jiyanê nayên nasîn. Ev demek dirêje li dijî mirî û goristanan rêzdarî nayê nîşandan.
'Yên xwîna van mirovan dirişînin hilberîna zîhniyetê ye’
Suheylayê got cenazeyê şervanê BOG’ê Azîz Guler jî hatibû sekinandin û balkişand ser êrîşên li hember goristanên li Kurdistanê û got: “Ev hemû hilberîna zîhniyeta xwîna bi sedan kesî ji bo dewletê rijandine. Dema mirov li ber goristanekê derbas dibe ferze ku dua bê kirin. Êrîşa li dijî goristanan û nedayîna cenazeya Eylemê êrîşa li dijî mîrateya mirovahiyê ye. rawestandina cenazeyê di ola îslamê de cihê wê tine.”
‘Divê jin dengê xwe bilind bikin’
Ji Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Ol (DÎAY-DER) Emîne Mogortay jî got li gorî îslamiyetê cenazeyê kesekî ji 3 saetan zêdetir divê li erdê nemîne û ancax ji ber şert û mercan dikare 24 saetan bipê û got: “Lê 36 rojan rawestandina cenazeyê nayê qebûlkirin. Nedayîna îşkenceyê cenazeyê ye. yên dibêjin em muslimanin çawa li jî nedayîna cenazeyê bêden dimînin. Sazî û komeleyên jinan çawa vê nabînin. Herî zêde jin di bin bandora şer de dimînin. Divê cenazeyê Eylemê demildest bê dayîn.”
'Di şexsê Eylemê de tirsê didin civakê’
Ji Muslimanên Dij Kapîtalîst Hadiye Yolcu jî got: “Xweda ne tenê di jiyanê de piştî mirinê jî nirxê dide mirovan. Nedayîna cenazeya Eylemê encamê feraseta hêza siyasî ya pirtûkê qebûl nakeye. Wesyeta kesên mirî divê bên cihanîn. Di şexsê Eylemê de dixwazin tirsê bikin nava civakê. Ev zilma tê jiyîn bi ti awayî di pirtûkê de cih nagire.”
'Rawestandina cenazeya Eylemê şerma civakê ye’
Ji Jinên Musliman yên Muxalîf Ayşe Tanas got Tirkiye dixwaze têkoşîna Kurdan ya li dijî Çeteyên DAIŞ’ê parçe bike û got rawestandina cenazeya Eylemê jî parçeyek ji vê ferasetê ye. Ayşeyê da zanîn ku şerê li dijî Kurdan tê meşandin ne tenê fîzylojîk û psîkolojîke, veguheriye şerê ahlaqê. Ayşeyê bi lêv kir ku nedayîna cenazeyan heqîqeta Komara Tirkiyeyê ye û got: “Nedayîna cenazeyê di heman demê de şerma civakê ye. divê jin bên cem hev û têbikoşin.”
Ji înstîyatîfa Muslimanên Li dijî Şîdeta li Ser Jinê Rana Oztopaloglu jî wiha got: “Ev li dijî bedena Eylemê ya li Rojava şehîd ketiye û li dijî şoreşa jinan a Rojava bêrêzdariye. Ti aliyê vê pêkanînê di îslamê de tine.Divê demildest cenazeyê Eylemê bê teslîmkirin.
(odk\hu)