Girtiyên OHAL şermezar kirin derneketin hevdîtinê

13:58

JINHA

SÊRT - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimînin, ji bo pêkanînên OHAL'ê yên li girtîgehê şermezar bikin, dê dernekevin hevdîtinan.

Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin û bi van pêkanînan re zextên li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê gelekî zêde bûn. Piştî îlana OHAL'ê bi sedan girtî beyî ku tu hincetî bidin nîşan, ji girtîgehên Kurdistanê hatin sirgûnkirin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jî di demên dawî de sirgûnan dest pê kir, ji bo vê rewşê şermezar bikin girtî dê dernekevin hevdîtinan. Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Sêrtê aşkera kir ku hemû mafên wanên telefon, hevdîtina bi telefonê, qadên hev beş, spor û hwd. hatine qedexekirin, ew ji bo vê bêhiqûqiyê şeremezar bikin dê dernekevin hevdîtinan.

Girtiyan destnîşan kir ku heke pêkanînên bi vî rengî berdewam bikin ew dê çalakiya xwe bidomînin.

(dt/rc)