Li Amûdê dê navendeke mezin a Hunerî bê vekirin

16:24

JINHA

AMÛDÊ - Heyeteke biyanî ji Fransa îro serdana Şaredariya Gel a bajarê Amûdê kirin û bi Şaredariya Gel a bajar re peymana çêkirina projeyeke berfireh îmze kirin.

Heyeteke biyanî ya Frensayê serdana Navenda Şaredariya Gel a bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê kirin. Di heyeta ku di navde bijîşk û lêkolîner Xelîl Îsa û nivîskar û lêkolîner Bartîs Fransîsko cih girtî de, ligel hevşaredar Gel Dîcle Silêman û rêveberên şaredariyê re hevdîtin kirin. Di hevdîtina heyeta Fransayê de peymanek li ser vekirina navendeke berfireh a hunerî lihevkirin pêş ket û di encama hevdîtinê de ev proje hate erê kirin. Têkîdarê hevdîtina heyetê hevşaredara Gel a bajarê Amûdê Dîcle Silêman agahî da ajansa me û diyar kir ku wan bi vê heyetê re dixwazin projeyên hunerî pêş bixin û got hevdîtineke erênî pêş xistine. Her wiha di hevdîtinê de girîngiya têkîliya di navbera rewşenbîrên Rojava û Frensa hatiye ziman û herî dawî jî wan peymanek jî îmze kirine li ser vekirina navendeke hunerî. Dîcleyê da zanîn ku li gor peymana wan dê di meha bê de dest bi xebatên binesaziya navenda hunerê were kirin.

Di demên pêş de dê heyeta Frensayê dê di nav xwe de civîn pêk bîne û dê fona vê projeyê diyar bike. Şaredariya Gel jî dê xebatê avakirinê bi rêvebibe. Di demên bê de jî dê projeyên wiha berdewam bikin.

(rh/en/rc)