Dema dewlet xwe li zilmê tazîbike, jin wê berxwedanê li xwe bikin!
12:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî Ekîn Wanê salek derbas bû. jinên ku vê salê de li qadên rêveberiyên xweser di mewziyên berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, dîsa hêzên dewletê ew rûyên xwe yê qirêj yê şer li qadan nîşan da. Bedenên jinên li Cizîr û Sûrê destan nivîsin, bûn qada şer û jinan vê barê bi yek dengî gotin: “Dema dewlet xwe li zilmê tazîbike, jin wê berxwedanê li xwe bikin.”
Duh ji Çeteyê Pembe Gulabî, heta Tugayên Sor, ji şervanên Xwişkên hev, heta Xwişkên Sor û îro jî ji Tîma Parastinê ya Arîn Mîrkanan heta YPJ’ê jinan parastina xwe ya cewherî ava kirin. Jin ji carna li kolanê li dijî şîdeta li ser jinê, carna li dijî çeteyên tecawizkar, kujer û carna jî li eniyên pêş yên şer bi çek û çoyên xwe di nava berxwedanê de cih girtin. Îro li Bakurê Kurdistanê bi îlankirina rêveberiyên xweser re hêza parastina cewherî ya jinê YPS-JIN’ê re ji ciwanan heta extiyaran jin li taxên xwe ji bo parastina xaka xwe eniyên pêş yên berxwedanê de cih digirin.
'Bedena tazî rumeta me ye’
Nasname û têkoşîna jinê di tevgera Azadiya Kurd de zindî bû û li ser parastina xwe bit eşe bû. Jinan di parastina xwe ya cewherî de rûyê tazî û qirêj yê zîhniyeta mêr li her derê nîşan da û vê zîhniyetê jin li ser bedena wê tehdîd kir û hewl dide îradeya jinê bişikîne. Li dijî vê jin di eniyên pêş yên şer de cih digirin.
Şervana YPJA-STAR’ê Ekîn Wan (Kevser Elturk) ku di 10’ê Tebaxa 2015’an de di pevçûneke bi hêzên dewletê re jiyana xwe ji dest dabû, hatibû tazîkirin û wêneyên wê hatibûn kişandin. Ji wê rojê û şûnde wek dirûşmeyekê li ser zimanê jinan cih girt û di alî jinan de wek mewziyeke nû ya berxwedanê hat diyarkirin. Jinan ji bedena Ekînê hêz girtin û gotin ‘Bedena te ya tazî rumeta me ye’, ‘Em ji bedena xwe ya tazî şerm nakin’ û bertekên xwe anîn ziman.
Piştî Ekîn Wanê salek derbas bû. jinên ku vê salê de li qadên rêveberiyên xweser di mewziyên berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, dîsa hêzên dewletê ew rûyên xwe yê qirêj yê şer li qadan nîşan da. Bedenên jinên li Cizîr û Sûrê destan nivîsin, bûn qada şer û jinan vê barê bi yek dengî gotin: “Dema dewlet xwe li zilmê tazîbike, jin wê berxwedanê li xwe bikin.”
Axîn Besta:Ger ti parastina xwe ava nekî wê dewlet li ser bedena te polîtîkayan hilberîne
Ji fermandarên YPS-JIN’ê Axîn Besta di roportaja k udi 14’ê Sibata 2016’an de dabû JINHA’yê de wiha gotibû: “Ev hovîtiya li ser bedena jinê tê pêkanîndivê bi hemû jinên Kurd re hesta tolgirtinê bi afirîne û divê bi tolgirtinê şer bikin. Divê jin vê baş biznain;Ger ti parastina xwe nekî, wê dewleta xwediyê zîhniyeta qirêj li ser bedena te polîtîkayan pêk bîne.
Îradeya şoreşê ya li Kurdistanê pêk hatiye, hewl hatye dayîn ku di şexsê bedena Ekîn û Rozayê de bê hilweşandin. Emê heta Kurdistanê azad bikin têbikoşin. Em bi dijminekî ku ji bedena hevalên jin ditirsin re rû bir û ne.Ev peyamek ji bo jinên Kurdistanê ye. Ji ber vê divê em li dijî vê faşîzmê bi hev re şer bikin.”
(dk/hu)