Sîbel Çapraz di bin gefa enfeksiyonê de ye
13:58
JINHA
ÎZMÎR- Sîbel Çarpraz ya bi birîndarî hat surgunkirin, li girtîgehê ji ber odeya ku lê dimîne germe û ti alaveke cemidandinê tine, di bin gefa enfeksyoneke mezin de ye.
Wekîla seroka Navendî ya Geverê Sîbel Çarpraz di 2015’an de li Geverê di meha mijdarê de di encama guleya ji wesayîta tîpa zirxî ya kobra hat avêtin birîndar bû û beyî bê dermankirin rakirin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û piştre jî şandin girtîgeha Tîpa R ya Menemenê. Dermankirina Sîbelê tê astengkirin. Hevseroka TAYD-DER’ê parêzer Seda Tanrikulu çû serdana Sîbelê û têkildarî rewşa wê de agahî da.
Sedayê bi lêv kir ku odeya ku niha Sîbel têdeye ji ber germe, pisgirêkên tenduristiyê tên jiyîn û got: “Roviyên Sîbelê ji derve ne. Sîbel ji ber ku di navbera mazgalê de hewa tê odeyê magalê vedike. Lê rayedar digirin.”
Sedayê wiha berdewam kir: “ji ber roviyên wê ji derve divê îdareya girtîgehê xesastir tevbigerin lê niha dermankirina Sîbelê nayê kirin. Yanî Sîbel bi mirinê re rû bi rû hiştine. Rewşa Sîbelê her diçe girantir dibe. Divê demildest Sîbel sewqî girtîgeha Bakirkoyê ku dikare lê bê dermankirinê bibe. dozgerê înfazê ji Sîbelê xwestiye girtîgehên ku dixwaze biçe binivîse. Sîbelê daxwazanmeyek nivîsî û xwest biçe girtîgeha Bakirkoyê. Tevî daxwazname hat dayîn jî li girtîgeha Menemenê tê girtin. Jiyana mirovan beriya her tiştî tê.Em bang li Wezareta dadê dikin ku ji bo sewqkirina Sîbelê berpirsyariya xwe bîne cih.”
(hu)