Bang ji jinên girtî

14:28

JINHA

ANTALYA - Hat hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê girtiyên jin ji aliyê gardiyanan ve bi gotina "Em dizanin hûn kî ne. Em dizanin hûn ji kû derê hatine" hatine tehdîdkirin. Girtiyan ragihandin ku bi êrîşê re rû bi rû ne.

Piştî hewldana darbeyê û îlankirina OHAL'ê ve girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê rastî êşkinceyê hatibûn niha jî li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê tevgerek heye. Girtiyên jin ên li girtîgehê di hevdîtinê de binpêkirinên rû bi rû diminîn ji malbatan re vegotin.

Hevseroka HDP'ê ya Antalyayê Safiye Dalgiç bi girtiyan Rafiye Batman, Yildiz Gundar, Şukran Aydin û Hatîce Çakmak re hevdîtin pêk anî û got ku girtî 24 saetan bi kamerayan ve tên şopandin. Safiyeyê destnîşan kir ku ji ber ku li serşok, tuwalet û korîdoran kamera hatine bicihkirin girtiyên jin nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin.

Safiyayê destnîşan kir ku pêkutiyên giran li ser girtiyan hene gardiyan bi gotina "Em dizanin hûn kî ne. Hûn ji kû hatine em dizanin. Me neceribînin. Ev dê ji bo we ne baş be" tên tehdîdkirin. Safiyeyê diyar kir ku girtiyên jin banga bihistiyariyê dikin û gotine ku bi êrîşan re rû bi rû ne.

(kom/rc)