KJA ya Colemêrgê starta kampanyaya xwe da
14:41
JINHA
COLEMÊRG - Koordinasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Colemêrgê starta çalakiyên kampanya ya xwe ya di çarçoveya 'Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwediderdikevim" da.
Kampanya ya "Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwediderdikevim" a ku ji aliyê KJA yê ve hatî despêkirin her diçe mezin dibe. KJA ya Colemêrgê jî li Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de banga tevlîbûna kampanya ya bi navê "Her warek welatek" a ji bo avakirina herêmên rêveberiya cewherî jî hat kirin. Di civîna çepemeniyê de Jinên rêxistiinên HDP'ê DBP û jinên Navçeyên Colemêrgê û Dayikên Aşitiyê amadebûn.
Berdevka KJA'ê Leyla Oztunç daxuyanî xwend. Leyla bang li hemû jinan kir ku di vê pêvajoyê de xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbikevin û wiha axivî; "Piştî hewldana mekanizmaya darbeya leşkerî ketî dewrê şûnde ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti agahî nayên dest xistin. Ji bo ku pêvajoya çareseriya demokratîk detpêbike divê bilez bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bên. Divê her jin piştgiriyê bide kampanyaya me a "Ez ji Rêberê xwe ax û azadiya xwe xwedî derdikevim" di vê pêvajoyê de çareseriyên demokratîk encex dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkbê. Ev tecrit a li ser Rêberê me nayê qebûl kirin, divê bilez bê rakirin her jinek bila bibe welatek û piştgirî yê bidin vê kampanyaya me hikumet divê bil ez pêngavên demokratîk bi avêje û derbarê rewşa Rêberê me de jî raya gişti re agahî bide gelê kurd."
Di dawiya daxuyanîyê Leyla bang li hemû jinan kir ku bajarên ku hatin hilweşandin û xirakirin bi şîara "Her welatek warek" ji nû ve ava bikin.
(zyd/zt)