Jinên Şirnexê: Em ne alîkariyê, bi hevrebûnê dixwazin

09:54

JINHA

ŞIRNEX- Jinên Şirnexê li hember polîtîkayên dewletê 152 roje li ber xwe didin. Jinên şirnexê gotin: “Me dixwest ku gelê çepa tirk bê bi çavên xwe vê zilmê bibînin. Li hinek bajaran kampanya hatine destpêkirin lê em ne alîkarî em bi hevrebûnê dixwazin.”

Gelê Şirnexê li hember polîtîkaye dewletê koçber û qirqirinê 152 rojin di konên ku vedane de li ber xwe didin. Gelê Şirnexê bertek nîşanî bêdengiya mirovên çepa tirk dan û di der barê ku piştî mehan li hinek bajaran kampanyayên hatin destpêkirin de ev tişt gotin: “Pewistiya me, ne bi alîkarî, bi bihevrebûnê heyê.” Ji jinan Halîme Katar got: “6 mehe ku li Şirnexê ‘qedexeya derketina derve’ berdewam dike. Gelê çepa tirk li hember van qedexeyan bertek nîşan nedan. Yên ku li Metropolan rehat jiyan dikin qala xwişk û biratiyê dikin. Ev xwişk û biratiyek çawa ye? Cenazeye zarokên me bi rojan li kolanan ma. Tukesî ne got ‘Ev dewlet çi dike.’”

'Eger em birînên xwe nepêçin em ê eşên girantir bijîn’

Kadriye Sondak: “Dewletê xaniyên ku me bi keda milê xwe bi salanê çêkir, di rojek de hilweşand. Bi mehane ez di konde dijîm. Niha li çapên Tirkiyê hinek kampanya hatine destpêkirin. Pewistiya me ne bi alîkariyê bihevrebûnê re heye. Me bi mehan banga ji gelê Tirkiyê re ‘Deng derxin’ kir. Lê tu dengê bi hêz nederket û li ber çavên hemû Tirkiyê hêzên dewletê bajarê me hat xira kirin. Eger îro em birînên xwe ne pêçin em ê eşên girantir bijîn.”

'Bendewariya me em bihevrebûna xwe xurt bikin’

Halîme Sondak bi lêv kir ku li Kurdistanê zilma dewletê tê jiyankirin. Halîmeyê da zanîn ku li hember zilma dewletê bertek kêmin. Halîmeyê destnîşan kir ku dewlet nezî salekê li Kurdistanê polîtîkayê komkujiyê pêk tên û axaftina xwe wiha bi dawî bir: “Me dixwest bi taybetî gelê çepa tirk were ve zilma dewletê bi çavên xwe bibînê. Li hinek bajaran kampanya hatinê destpêkirin, pewistiya me ne bi alîkariyê tenê bila ji v3e zilma dewletê re bibin dengek xurt. Pewiste bi şeklek tên kom kirin lê bajarê hatî xirakirin û mirovên hatin qatilkirin carek din na yên. Dilê me bi eşa hat tişî kirin. Ji bo ve hêviya me bihevrebûne heyê.”

(aı/dt-hu)