'Ez gelek ji porê xwe hez dikim lê ne qasî zarokan’

09:01

JINHA

ÎZMÎR- Dîren Eren ku ji bo piştevaniya bajarên Kurdistanê yên di encama şîdetê de hilweşiyan de kampanya da destpêkirin, porê xwe yê dirêj kiribû jê kir û hedef dike ku alîkariyê bişîne. Dîrenê got ew dixwaze ev pêngava wê din ava jinan de biguhere kampanyayek mezin.

Dîren Eren ya li Urlaya Îzmîrê dijî, bi salan bû porê xwe dirêj kiribû û piştî bajarên Kurdistanê ji aliyê dewletê ve rastî êrîşê hat, bi armanca piştgiriyê porê xwe jê kir. Dîren ya çêkera modayêye got: “Min gelek ji porê xwe hez dikir. Lê ne qasîzarokan. Ji ber vê min porê xwe ji dilhatî ji bo zarokan jê kir.” Dîrenê balkişand ser vê kampanyaya di navbera jinan de daye destpêkirinê û got: “Hewcebû hinek tişt bên kirin. Min li gorî xwe dikir lê têr nedibû. Ez fikirim. Bi tesadufî wê demê destê min çû porê min. Min jî çima ev ji bo zarokan nebe şîr, mama û bez.”

'Li Kurdistanê min girîngiya por piştre hîn kir’

Dîrenê bi lêv kir ku ji bo Sûr, Cizîr û Nisêbînê wê alîkariyê bike û got: “Ez bertekên erênî digirim. Hinekan digot porê me kurte, em dikarin çi bikin. Min piştre hîn kir ku li Kurdistanê por ji bo jinê çiqas girînge. Em behsa civakeke ku bi êşa xwe bi birîna porê xwe dide hîskirinê dikin. Ez hêvî dikim ku jin bi hezkirinê porê xwe bexş bikin.”
Dîrenê bang kir ku divê ev bexş di navbera jinan de bibe kampanya û got ew dixwaze çapemenî di vê mijarê de destekê bide wan.

(mb-oo/hu)