Amedekariya 2. Konferansa RAJIN-Rojava bi dawî dibe
09:03
Evîn Nejdet/JINHA
QAMIŞLO - RAJIN-Rojava amedekariya 2. konferansa xwe ya asayî ku wê bi dirûşmeyê "Ragihandina Azad a Jinê bi cewhera şoreşê pêşdikeve" bi dawî bû. Ji komîteya amedekar Heyfa Mûsa diyar kir ku dê konferans di 20 heyvê de pêk were û got, "Şehadeta hevala me Denîz, di ragihandina jinê de qonaxeke nû da destpêkirin. Em ê jî bi ruh û têkoşîna wan duyemîn konferansa xwe lidar bixin, biryar û îdeaya serkeftinê derxin pêş."
1. Konferansa RAJIN-Rojava di 30'ê Nîsana 2014'an li bajarê Qamişlo hatibû lidar xistin, konferans ku damezirînera Rêxistina RAJIN-Rojava ye, bi xwe re di qada ragihandina azad de guhertin û nûbûnên mezin anî. Jinên di qada ragihandinê de bi destkeftiyên 2 sal xebatê, ber bi 2. Konferansa xwe ve diçin. Têkîldarê amedekarî û pêşketina xebatên raghandinê Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hewarê Jînda Ekrem nirxandin kir. Jîndayê diyar kir ku di serî de wan li mijarên sereke ên rojevê dûr diman bi 1. konferansa RAJIN'ê re wan ketine ferqa girîngiya xebatê û wiha got, "Li hember zîhniyeta serdestiyê mêr jî me têkoşînek mezin da. Di qadê raghandinê de mêr bi çavek biçûk li jinan dinêrî. Wek jin me rêxistinbûna xwe avanekiribû.
'Serketineke dîrokî bû'
Jîndayê da zanîn ku konferansa 1. bûye sedema hêzbûna rêxistinbûna jinan di nava raghandinê de û wiha domand, "Di pêvajoya konferansê de hîna em wek endamên ragihandinê tam neketibûn ferqa rastiya jinê. Lê dîsa jî tevlîbûna 80'ê delegeyan ji her sê kantonên Rojava, morel û coşeke xwe ya taybet avakir. Ew ji bo wê demê serketineke dîrokî bû. Konferansa me rojek domand. Gelek gotûbêjên girîng pêk hatin. Cihgirtina jinê di xebatê de hate dest girtin. Serweriya mêr di aliyê pêşkêşvanî, rêveberî, edîtorî, teknîk, zimanê ragihandinê û hwd. hate ziman û hate xwestin jin di tevahiya beşên ragihandinê de xwe pispor bike. Pir biryar jî hatin stendin. Di serî de rêxistina RAJIN ava bû. Meclîs hate hilbijartin. Her wiha di konferansê de girîngiya ku jin xwe di bîrdoziya azadiya jinê de kûr bike, xwe di aliyê pîşe û rêveberî de pêş bixîne, hate destnîşankirin. Hin bername ku bi mijara jinê û ji hêla hevalên jin ve were çêkirin, ket bin biryarê. Biryarê vebûna radoyoya jinê hat girtin. Herwiha ji bo akademiya ragihandina jinê vebe jî biryar derket. Gelek biryar pêk hatin."
'Jin di ragihandinê de bû xwedî reng'
Jîndayê bi lêv kir ku wan gelek astengî bi hêza rêxistinbûnê derbas kirine û wiha pêde çû, "Yek ji xalên sereke me xwe di warê xweser de perwerde kir. Lewma bêtir naskirina nasnameya jinê, mêzandina jinê di ragihandinê de pêşket. Her wiha di xebatên wek edîtorî, rêvberî, pîşeyî de jî pêşketinên berçav hene. Hevalên jin êdî li ser pir mijaran perwerdeyan didin, civînên xwe birêve dibin. Hîskirina jinê çêbûye. Li beramberî pêşketina jinê, mêr matmayî dimîne. Jin di ragihandinê de bû xwedî reng. Hêviya me heye em wek RAJIN-Rojava di aliyê xweserî de hîna pêş bikevin. Em ji cîhanê re bibin mînak. Di encam de hîna bandora mêzandina mêr li ser ragihandina me ranebûye. Ji bo guhertinê hewldanên me heye. Ji bo vê perwerde û tecrûbeyeke zêdetir hewceyî pê heye."Jîndayê pêşketina jinên Kurd a 20 salî a di ragihandinê de wek mîras ji bo jinên Rojava nirxand û got "Di şoreşa Kurdistanê de pir hevalên jin di ragihandinê de rastê zext û zoriyan hatin. Şehadet çêbûn, girtin, îşkence çêbûn. Bi taybet li Bakûrê Kurdistanê kedeke mezin a jinê di ragihandinê de heye. Li qada çiya jinê RAJIN avakiriye û bi dehan şehîdên wê hene. Ev ji bo me îlhama têkoşîn û pêşxistina xebatê ye."
'Niha dema perspektîfbûna RAJIN-Rojava ye'
Endama Komîteya Amadekar a 2. Konferansa RAJIN-Rojava, Heyfa Mûsa jî asta xebatên amadekariyê wiha anî ziman, "Me niha xwe li ser du komîteyan birêxistin kiriye. Komîteyek ya amadekariya belgeyan e ku ji 5 hevalan pêk tê. Ya duyemîn jî dê amedekariyên pratîkî bike û 6 heval vî karî dimeşîn in. Xebatên me ber bi dawî ve diçe. Di vê konferansê de dê bêtirî 100 delege bên girtin. Ji her sê kantonan û herwiha endamên çapemeniyê yên Helebê jî dê werin. Ji herêmên nû rizgar bûne wek Girê Spî, Şedadê jî dê delege beşdar bibin. Hêviyeke me ya mezin heye. Ji yekemîn konferansê heya niha RAJIN-Rojava sazîbûna xwe, pergalbûna xwe avakir. Di encam de her rêxistinek di dema damezirandinê de di serî de pêvajoya sazîbûnê dijî, paşê jî tê qonaxa perspektîfbûnê. Niha di tevahiya qadên ragihandinê de sîstema me ya xweser, ango sazîbûna RAJIN-Rojava çêbûye. Di duyemîn konferansê de jî êdî pêvajoya pisporbûnê, perspektîfbûnê pêş bikeve. Endamên ragihandinê bikaribin nasnameya RAJIN'ê temsîl bikin û RAJIN xwe bêtir berfireh bike. Bi taybet em difikirin ku di qada herêmê de di nav jinên ji netewên din jî vê sîstemê belav bikin."
'Em bi têkoşîna şehîdan konferansa xwe lidar dixin'
Hefayê da zanîn ku salên borî kêmahiyên pîşeyî û pratîkbûnê xwe didan der û wiha domand, "Di beşên nivîskî, bihîstinî û dîtbarî de em xwe pêş bixin. Bi taybet jî em bikaribin xwe bigihînin bakûrê Sûriyê. Ev dê plansaziya me ya sala yekemîn be. Di pêngava duyemîn de jî çûna ber bi Sûriyê û Rojhilata Navîn dê were hedefkirin."Heyfayê keda jinên di ragihandinê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha dirêjî da gotina xwe, "Hin hevalên me yên birûmet jî şehîd bûn. Hevala Agirî Yilmaz û Arîn Cûdî şehîdên me yên RAJIN-Rojava ne. Hevala Agirî di şerê Kobanê, pêngava rizgarkirina bejahiya Kantonê de şehîd bû. Pir dîmen û fotoyên wê yên balkêş li ser berxwedanê hebûn ku rastiya wir anî ziman. Hevala Arîn Cûdî ji Tirbespiyê bû. Di ragihandina şerê Cezaa de roleke berçav leyîst. Mîrasê wan dê hevalên jin di konferansê de nû bikin û li ser bimeşin. Herwiha di 8'ê Tebaxa sala 2014'an endama RAJIN hevala Denîz Firat li Mexmûrê şehîd bû. Şehadeta hevala me Denîz, di ragihandina jinê de qonaxeke nû da destpêkirin. Em ê jî bi ruh û têkoşîna wan duyemîn konferansa xwe lidar bixin, biryar û îdeaya serkeftinê derxin pêş. Ji niha ve ez ji bo tevahiya hevalên xwe serkeftinê dixwazim."
(rc)