Heyva Sor heya dawî piştgirî da berxwedana Minbicê
09:08
Roza Hiso/JINHA
AMÛDÊ - Heyva Sor a Rojava di hemleyê rizgarkirina Minbicê de rolek girîng girtin ser milê xwe û heya dawî hemleyê xebatên xwe pêk anîn. Rêvebera Navenda Heyva Sor têkîldarê xebatên xwe ên 73'ê rojan nirxand û wiha got: "Me wek Heyva Sor cihê xwe ji serî heya dawî hemleya rizgarkirina bajarê Minbice de girt. Li gel zor û zehmetî me pêvajoyek girîng derbas kir.
Di hemleyê rizgarkirina bajarê Minbicê de Heyva Sor a Rojava rolek girîng di qada tendûristiyê de girtin ser milên xwe û xebatên xwe nava hemleyê de rêvebirin. Rêvebera Navenda Heyva Sor a bajarê Amûde ya Kantona Cizîrê Cemîla Hemê têkîldarê xebatên xwe yên 73'ê rojan nirxandin kir. Cemîlayê diyar kir ku wan wek navenda tendûristiyê ya bajarê Amûdê jî bi aweyek çalak tevlî hemlê bûne û wiha got: "Me wek Heyva Sor cihê xwe ji serî heya dawi hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê girt. "
Cemîlayê da zanîn ku wan ne tenê ji bo dermankirina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xebat dane meşandin û wiha berdewam kir: "Heman demê de me gelê ku ji çeteyên DAIŞ'ê bi birîndarî rizgar dibûn jî derman dikir. Gelek sivîl ji ber mayînên ku çeteyan ser rê çandine bi giranî birîndar bûn. Erkê me yê mirovahiyê bû ku em wan sivîlan derman bikin."
Cemîlayê qala zehmetiyê gelê Minbicê kişandî kir wiha domand: "Gelê Minbicê gelek zehmetî kişandin. Birîndarên wan gelek çêdibûn. Gelek birîndar jî me cihê bûyeran de bu awayek lez derman dikirin. Li wir me sê navendên tendrûsiyê ava kirin. Dema birîndarên giran çêdibûn, tavilê me wan dighand nexweşxana Kobanê. Li wir wexte me birîndar derman dikirin tişta herî zêde me bandor dikir qîrîna jin û zarokan bû. Her digotin 'hun çima zutir nehatin û we me ji zilma DAIŞ'ê rizgar nekirin'. Îro bajarê Minbice azad e. Ez ve yekê destpêke li şehîdan û li Meclîsa Leşkerî a Minbicê pîroz dikim. Şervanên Meclîsa Leşkeri a Minbice bi berxwedayînek pir mezin sekeftin bi dest xist."
(rc)