Feleknas Uca û Zeynep Işik li JINHA’yê nûçegîhanên dildarin
10:06
JINHA
AMED- Kampanyaya ‘Nûçegîhanên dildar’ ya ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) ve hatiye destpêkirin di roja 5’emîn de berdewa dike. Di çarçoveya kampanyayê de hevseroka Şaxa MHD’ê ya Amedê Zeynep Işik û parlamentera HDP’ê Feleknas Uca tevlî JINHA’yê bûn.
Bi armanca piştevaniya saziyên çapemeniy azad jialiyê CRA’yê ve kampanyaya ‘nûçegîhanên dildar’ hat destpêkirin û kampanya di roja 5’emîn de ye. Di çarçoveya kampanyayê de hevseroka Şaxa MHD’ê ya Amedê Zeynep Işik û parlamentera HDP’ê Feleknas Uca tevlî JINHA’yê bûn. Li JINHA’yê nirxandinên rojevê hat kirin û Feleknas wê çalakiya runiştinê ya Dayikên Aştiyê li Sumerparqê bi dirûşmeya ‘Ez xwedî li serokatî, xak û azadiya xwe derdikevim’ pêk tîne bişopîne.
Zeynep jî wê daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî tayînkirina kayyuman a li ber Avahiya Xizmeta Edlî ya Baroya Amedê bişopîne.
Hevserokê TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz jî li DÎHA’yê nobeta nûçegîhaniya dildar dewr girt.
(be/hu)