Zilma dewletê di jiyana Emîne de nehatî guhertin

10:31

JINHA

MÊRDÎN – Emine Kayran ya ku berî 27 salan ji ber zilma hêzên dewletê ji Basan koçî Nisêbînê kirî, li Nisêbînê di qedexeya 4’an de ji lingê xwe birîndarbû. Emine ya bi şans xelasbûyî diyar kir ku ji wêdemê heya niha zilma dewletê berdewame.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di dema dorpêça dewletê ya 134 rojan de Emine Kayran dema ji derve ajalên xwe diçerandin ji aliyê sekvanan ve hat birîndarkirin. Emine ya ku di 4’emîn qedexeya derketina kolanan a ser Nisêbînê de birîndarbûyî got: “Mala min li Yenîşehîrêbû. Serê sibê ji bo çerandina ajalên xwe ez derketim derve. Ez gulebaran kirim, di gulebaranê de ez birîndarbûm û li erdê ketim. Lingê min dinava xwînêdebû. Dema ku bi erdê ketim jî hîna ez gulebarandikirim. Hemû carcurên xwe ser min valakirin.”

'Bi qasî saetek û nîvê ez birîndar li erdê mam'

Emine bilêvkir ku paşê wê xwe li peyî dîwarekê veşart û wiha domand: “Xizmên min ji aliyêdinê li min dinêrîn, lê ji ber gulebaran berdewam dikir kesê nedikarî bên gel min. Zarokên min di xewêdebûn, min nedixwest ew şiyarbibin. Jinan alayên sipî girtin û berî min hatin. Min banî wan kir û got; ‘Newin, dê we bikujin, li benda abulansê bimînin.’ Ji jorê de xortum avêtin ji bo ku ez xwe pêbigirim û hilkevim, lê min nekarî bigirim. Bi qasî saetek û nîvê ez birîndar li erdê mam. Bi xişikandinê min xwe gihand aliyê dinê yê rê. Jinan destê min girtin û ez kişandim. Beteniyek li min pêçan û ez avêtim ser erebeyek a hespan. Paşê abulans hate wê. Di wê navberê de polîsên tîmên tayibet ji abulansê hatin xwar û gotin; ‘me tu gulebaran nekiriyê.’ Min jî got; ‘We ez birîndar kirime.’”

'Hevserê min û birayê min qetilkirin'

Emine da zanîn ku ji salên 90’an heya niha zilma dewletê nehatiye guhertin. Emine destnîşan kir ku ew despêkê ji Sêrtê ji ber zilma dewletê çuye Basana Şirnexê ji wê jî koçî Nisêbînê bûye. Emine bilêv kir ku mala bavê wê ji aliyê dewletê ve 5 caran hatiye şewitandin û wiha berdewam kir: “Dewletê mala bavê min ya li gund 5 caran şewitand. Birayê min qetilkirin. Mal û milkên me bi cîh man ji 500-600 mihan bizorê me 20 meh gihandin Nisêbînê. Di sala 92’an de hevserê min qetilkirin. Leşkeran ser mala me de girtin, wêdemê keça min biçukbû, hîna şîr dixwar. Leşkeran ser mala me de girtin, gundiyan zarokên min xelaskirin. Min keça xwe da pişta xwe, kincên zarokên xwe girt û ez derketim.”

'Divê jin rabin serpiyan û dest bidin hev'

Emine ya ku ji ber zilma dewletê ji Sêrtê heya Nisêbînê herî dawî wiha got: “Dema ku ez çum Botanê min berê xwe da ziyaret û dua kir. Paşê min telekeyek dît, destê zarokên xwe bi hev ve girêda û li avê re derbas kir. Em ketin rê despêkê Kerboran û paşê jî li Nisêbînê bicîhbûn. Bi salan li Nisêbînê jî em rastî zilma dewletê hatin. Niha mala min li peyî têlên dewletê dane dorî taxan maye. Ez dixwazim cardin vegerim mala xwe. Bi salane dewlet zilmê li me dike, lê bila baş bizane ku dê bi zilmê negihe ti cihan. Ez aştî, azadî û wekheviyê dixwazim. Bila jin rabin serpiyan û dest bidin hev. Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê jî em li peyî doza xwene.”

(zt)