Rûniştina doza Meltem Oktay sibê ye

12:12


JINHA

MÊRDÎN - Nûçegîhana ajansa DÎHA'yê Meltem Oktay dema li navçeya Nisêbînê nûçe dişopand hatibû binçavkirin. Dê sibê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê rûniştina dozê pêk bê.

Nûçegîhana ajansa DÎHA'yê Meltem Oktay dema li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di binê dorpêça 134 rojan li navçeyê nûçe dişopand, di 11'ê nîsanê de hat binçavkirin û di 14'ê nîsanê de hat girtin. Dê Meltemê cara duyemîn derkeve pêşberî dozger. Meltemê piştî ji hêla Serdozgerê Komarê yê Nisêbînê ve hat girtin, ji ber karê xwe yî rojnamegeriyê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê tê darizandin. Meltemê di qedexeya 7 mehan a navçeyê de bi îdiaya "agahî daye" YPS'iyan, der barê wê de biryara girtinê hatibû dayîn.

Di rûniştina yekemîn de axaftinên şahid vala derketin

Rûniştina doza Meltemê ya yekemîn de li ser îfadeyên şahidên nepen hat sekinîn û şahida bi navê Gulbahar Kaya di îfadeya yekemîn de îfadeyên bi nakok da. Kesê bi navê Azat Taniş jî aşkera kir ku wî di binê îşenceyê de der barê Meltemê de îfade daye û got ew Meltemê nas nake.

Îfadeyên nûçegîhanê AA'yê esas hat girtin

Hemû îfadeyên der barê Meltemê de piştî vala derketin, îfadeyên nûçegîhanê Ajansa Anadoluyê yên bi navê Rauf Maltaş, Onur Çoban û Kenan Yeşîlyurt ên li navçeyê ji hêla YPS'ê ve hatin binçavkirin esas hat girtin. Kesên mijara gotinê îdia kiribûn ku wan Meltemê li taxê dîtiye.

(rc)