Muhbet a ku ji komkujiyê rizgarbû: Êrîşkar ne zarok bû
13:50
JINHA
DÎLOK - Dayika zave Muhbet Akdogan ku di êrîşa bombeyî de bi giranî birîndar bû, diyar kir ku yê bombe teqand ne zarok bû ne jî kal bû.
Di 20'ê Tebaxê de li Dîlokê li dijî daweta malbatek kurd êrîşa bombeyî pêk hat û di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê pêk anî de 54 kes hatin qetilkirin û 67 kes birîndar bûn. Dayika Zave Nurettin Akdogan a 43 Muhbet Akdogan ku bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Akademiyê axivî.
Muhbet ku ji pî û ruyê xwe birîndar bû, diyar kir ku dema wê hine çêdikir bombekar dît û wiha got: "Min êrîşkarê bombeyî dît. Li ser wî yelekê bombe hebû. Min kir qêrîn û min got bombekarê zindî di nava me de ye. Çawa ku min ew dît bi awayekî xwînsar ji nava me reviya û tev li qelebalixê bû. Çend saniye şûnde teqînek mezin pêk hat. Piştî wê her der tev lihev bû canaze li erdê belav bûn. Ez ji birîndar bûm û ez anîm nexweşxaneyê. Ji malbata me gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokomar dibêje bombekar zarokê 12-14 salî bû, lê ne wisa ye. Ne zardok bû ne jî kal bû. Kesekî navsale bû.”
(zt)