Ji bo Bêrîvan a YPJ yî mewlîd hat dayîn

16:20

JINHA

WAN – Ji bo Bêrîvan Bartu ya YPJ yî ku di hamleya azadiya Minbiçê de jiyana xwe ji dest dayî li Wanê mewlîd hat dayîn.

Ji bo endama YPJ’ê Bêrîvan Bartu (Hira Solin) a ku di hamleya azadiya Minbicê de jiyana xwe ji dest dayî li taxa Sixkê ya navçeya Rêya Ermişê ya Wanê mewlîd hat dayîn. Di mewlîdê de parlementer, hevşaredar û nûnerên partiyên siyasî amadebûn. Di taziyê de Hevserokê MEYA-DER’ê Îdrîs Şaybak diyar kir ku Bêrîvanê û hevalên xwe têkoşînek pir mezin dane û ew li hemberî têkoşîna wan bejna xwe ditewînin.


Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedia Ozgokçe jî da zanîn ku ciwanên kurd ji bo azadiya axa xwe şer dikin û got: “Gelê kurd li gel hemu îmha, înkar, talan û komkujiyan hîna li ser piyane. Ji bo kurdan şihadet rêya herî girtin û di wê rêyê de berbi pêş diçin. Şehîd Bêrîvan jî li Minbicê şer kir û ji bo gelê xwe şehîdket. Li gel hemu hilweşandinên dewletê li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê kirin jî gelê kurd dest ji axa xwe berneda û li hember bêmafiyê serî ne danî. Li gel hemu politikayên helandin û tinekirinê jî gelê kurd di jiyana azad de îsrar dikin.”

(zt)