Jinên Rojava: Parastina me bi Asayişa Gel gengaze

09:20

Ronîda Hacî/JINHA

TIL TEMIR – Hêzên Asayişa Gel bi şev û roj di nav bajar de parastinê dikin. Dayik spasiya wan dikin û dibêjin: "Ger ne ji hêza Asayişa Gel bûya, dê êrîşên mezin li ser me bihatibûna pêk anîn. Em li ba Asayişê xwe di ewlehiyê de his dikin."

Di germa û sermê de bi şev û roj endamên hêzên parastinê yên Asayişa Gel şiyar in û bi hesasiyet, hezkirin berpirsiyariya xwe pêk tînin. Dayikan ji bo vê xebata giranbuha ya Asayişa Gel nêrînên xwe anîn ser ziman û spasiya wan kirin.

Muna Silêman a ereb ji bajarê Serê Kaniyê wiha qala ked û berpirsiyariya Hêzên Asayişa Gel kir: "Hêzên Asayişa Gel parastina me, ax û mafê me dikin. Ger ku wan parastin nekiribûna dê welatê me xirab bibûya û çeteyan dê êrîşên mezin li ser me pêk baniyana. Mînaka herî mezin me bi çavên xwedît, dema êrîş li ser me pêk hatin Asayişa Gel sivîl parastin, êrîşên rejîmê û çeteyan têk birin."

Muna diyar kir ku weke jinek ereb ew hovîtî û durûtiya hêzên desthilatdar ên wek rejîma Baas, dewleta Tirkiyê û çeteyan baş nas dikin û wiha berdewam kir: "Ew piranî îdea dikin ku parastina gel dikin, lê bi top, tank û balafiran êrîşê gelê sivîl dikin. Gotinên wan nerast in. Ew ji bo berjewendiyên xwe dikarin her tiştekê bikin. Ji bo vê dikarin gelê xwe û welatê xwe jî bifiroşin. Lê hêzên Asayişa Gel ji bo parastina gel xwe feda dikin. Ji bo sivîlan ji xeteriyan biparêzin her cûre fedakariyê dikin û wan ji komkujiyan diparêzin. Em hêvîdarin hêzên me yên Asayişê herdem serkeftî bin. Ji ber ew di rêya rastiyê dene weke gelên rojava em ê di nav de cih bigrin û xwe li cem wan di nav ewlehiyê de hîs bikin."

Heyat Xelîl a ji bajarê Til Temir jî derbarê rola Asayişa Gel de wiha got: "Em pir ji hêzên Asayişa Gel hez dikin. Ew bajarên me ji çeteyan diparêzin. Herdem ew li ser benda kontrolê ne, li kolan û sûkê parastinê dikin. Ew ji bo parastina me û ji bo em ewle bijîn, di germa û sermayê de ked didin. Ev fedakariyeke mezin e."

Emîne Xelef jî bilêvkir ku ew weke jinek ereb a ji gundê Qebir El Kebîr ya girêdayî Til Temir ê, jî heya dawiyê dê li gel Asayişa Gel cîhbigire. Emîne da zanîn ku Hêzên Asayişa Gel wekhev nêzîk herkesê dibin û ferq naxin navbera tu aliyekê û wiha domand: "Armanca wan parastina gel e û vê bi her kesê didin hîskirin. Em ê li pişt hêzên xwe yên Asayişê bisekinin û ji wan re bibin alîkar. Ji ber ew canê xwe ji bo me feda dikin."

(en/zt)