Jinan guherîna ku nîqaşên jîneolojiyê bi wan re afirandiye vegotin
09:21
Şehrîban Aslan/JINHA
AMED – Ji jinên tevlî Atolyeya Jîneojiyê ya Akademiya Jinê ya Amedê bûn, piranî yên DÎK’ê diyar kirin ku gelek agahiyên nû hîn kirine. Jinan diyar kir ku divê her jin tevlî nîqaşên Jîneolojiyê bibin û gotin bi taybet divê ev perwerde ji bo mêran jî bê dayîn.
Ji aliyê Meclîsa Jinan a Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) ve bi beşdarbûna 15 jinan Atolyeya Jîneolojiyê pêk hat. Li Akademiya Jinan a Amedê nêzî 4 hefteya nîqaşên jîneolojiyê hatin meşandin û jinan guherîn bi wan re çêbûye ji ajansa me re vegotin.Endama Şuraya DÎK’ê Şîmel Begîkê diyar kir ku di nîqaşên berê meşandine de hinek xetimîne û daneketine kurahiya pirsgirêkan û wiha got: “Di nîqaşên dîroka jinê de me hinek zehmetî dikişand. Yanî dema me jin digirt dest divê ji dema destpêka olê me behs bikira. Me di van mijaran de zehmetî dikişand û me biryara atolyeyek wisa da. Ji DÎK’ê 13 jin bi tevahî 15 beşdar dibe.”
‘Min agahiyên nû hîn kir’
Ji jinên tevlî atolyeyê bûye Hatîce Uçar jî destnîşan kir ku bi nîqaşan re gelek agahiyên nû hîn kiriye û wiha pê de çû: “Min nêrîna jinê li cîhanê nihêrtin hîn kir. Min bi hestiyarî, berfirehî û cîvaknasî nêrîn hîn kir. Dema mirov li dîroka jinê dinê dinêrin jin di dema paleolîtîkê de di dema li rêveberiyê serdestin de mirov dibînin ku şer, xizanî, malbat û ol tine. Jinan tenê 10 hezar salan serdestî kirin e û rêveberî destê wan de bûye. Lê li gorî lêkolînên min kirine heta 30 hezar salî tê gotin. Jinan li ser navê hilberînê gelek pêngav avêtine û îcatên nû derxistine holê. Mêrên ku dibînin jinan gelek tişt bidestxistine li ser navê zewacê li ser vê serdestî ava kirine. Çawa mêran li ser qezencên jinan serdestî pêk anî, wê demê belaya bi navê kapîtalîzmê derketiye holê.”
‘Divê her jin tevlî nîqaşên jîneolojiyê bibe’
Hatîceyê di berdewamiyê de got jin bi zanebûn ji zanistê hatine durxistin û wiha got: “Li gorî mêran zanist pêş ketiye. Di dema paleolîtîkê de dema jin nexweş diketin bi nebatên xwezayî nexweşî derman dikirin. Lê mêran ji jinan re digotin pîrebok û ew dikuştin. Piştre mêr li ser zanista jinê runiştine. Divê her jin tevlî nîqaşên jîneolojiyê bibin û bi taybet divê ev perwerde ji mêran jî bê dayîn.”
(mg\hu)