Jinên Enqereyê banga xwedîderketina li kampanyaya ‘Azadiyê’ kirin
09:23
JINHA
ANKARA – Kampanyaya KJA’yê ya ‘Ez xwedî li rêbertî, azadî û xaka xwe derdikevim’ berdewam dike û bangek jî ji jinên Enqereyê hat. Endama KJA’yê Mizgîn Tayşanê got: “Divê hemû jin ligel hev bin û ji bo azadiya rêbertiya me heta dawiyê têbikoşin. Heta rêbertiya me girtî bimîne wê aştî ne mijara gotinê ye. em bang dikin ku her kes xwedî li rêbertiyê derkeve.”
Kampanyaya KJA’yê ya ‘Ez xwedî li rêbertî, azadî û xaka xwe derdikevim’ bê navber didome û jin jî kampanyayê belav dikin.
Endama Koordînaslyona KJA’yê Mîzgîn Tayşanê got ew jinên Enqereyê banga xwedîderketina li kampanyayê dikin û got kampanya gelek binirxe û wiha got: “Em hemû jin divê bibin dengê vê kampanyayê. Tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dij mirovaneye. Heta tecrîd li ser Rêbertiya me be em ti kes ne azadin.”
‘Dema rêbertiya me girtîbe aştî ne mijara gotinê ye’
Mîzgînê got hikûmeta AKP’ê piştî hewldana darbeyê OHAL îlan kiriye û bi vê re li Kurdistanê polîtîkayên şer dide meşandin û wiha got: “Li dijî vê divê em hemû jin ligel hev bin û ji bo azadiya rêberiya xew heta dawiyê têbikoşin. Heta rêbertiya me girtî be aştî ne mijara gotinê ye û divê her kes xwedî li rêbertiya xwe derkeve.”
Ji bo jinên Enqerê bang
Mizgînê di dawiya axaftina xwe de diyar kirku ew wek koordînasyona KJA’yê ya Enqereyê wê di demeke nêz de panelekê pêk bînin û bang li hemû jinan kir. Mizgînê got: “Em ji bo xwedî li rêbertî, azadî û xaka xwe derkevin, bên cem hev.”
(he/hu)