Nisêbîn: Bajarê bi berxwedanê ji hev qût bûye û dayikên hesreta cenazeyên zarokên xwe

09:24

JINHA

MÊRDIN - Cenazeyên kesên di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan, li pişt têlane û malbat dixwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Malbatên dixwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin, bang li gelê Nisêbînê û parlamenteran kirin û gotin ew bibin yek, têlan rabikin û cenazeyan bigirin.

Piştî 134 roj berxwedana li Nisêbînê şûnde dewletê 6 tax bi têlan dorpêç kir û bajar li du parçeyan veqetand. Gelek cenazeyên kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan li pişt wan têlan mane. Jin bi mehane ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin li pişt têlan dipên.

‘Bes e ev zilm’

Jinan diyar kirin ku ev zilam li zindî û miriyan tê kirin bes e û bang kirin ku her vî sûcê mirovahiyê bibîne û gotin ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin bila piştgiriyê bidin wan. Jin ji bo ji zarokên xwe re gorekî çêbikin berxwe didin.

'Ez zarokê xwe bi xakê re bînim cem hev’

Rafîa Dogan ya ku ji meha Gulanê de ye ji kurê xwe Necmettîn Dogan agahî negirtiye û got navê wî di lîsteya ku YPS’ê aşkera kiriye de dîtiye wiha got: “Ez dixwazim bedena wî bi xakê re bînim cem hev ku bila çavê min vekirî nemîne.”

Rafîayê wiha got: “Em parçekirina Nisêbînê qebûl nakin. Bi têlan ji hev qût kirine. Ez her roj li pişt têlan dinêrim ku kurê min di bin kîjan kavilê de ye. Ji bo vê ez piştgiriyê dixwazim.”

'Keça min nexwest derkeve, li wir ma’

Fehîme Doganê jî got di 13’ê Adarê de roja qedexe hatiye îlankirin ji bajar derketine û keça wê Dîlber Doganê gotiye ez ji vir dernakevim û li taxê maye. Fehîmeyê got bi mehane ji bo cenazeya keça xwe bigire dipê û got: “Dewleta bi tank û topan êrîşê komek ciwan kir niha jî cenazeyên wan nadin me. Ev êşek çawaye gelo, dayik hesreta cenazeya zarokên xwe ne. Em her roj tên pişt van têlan. Qe nebe em cenazeyên xwer bigirin û bila gora wan hebe. Lê ev dewlet vê jî ji me re zêde dibîne.”

‘Wê hesabê vê bê pirsîn’

Jina bi navê Adîle Kayaku her roj ji bo piştevaniyê tê cem dayikên li bende cenazeyên xwe ne wiha got: “Biraziyê min jî 5 meh berê jiyana xwe ji dest da. Ez jî bo cenazeya wî her roj têm vir. Hesabê vê zilmê teqez wê rojekê bê pirsîn.”

(kom\hu)