Meral Çildir: Şirnex tê tinekirin, biçin bibînin û em piştevaniyê mezin bikin
09:27
Rojda Oguz/JINHA
STENBOL-Cigira Serokê Giştî ya ÎHD’ê Meral Çildirê bi Koordînasyon aPiştevaniya ji Cizîrê heta Sûrê, çû serdana gelê ku ji Şirnexê koç kir û di konan de dijîn. Meralê got ew bi dîmenê dagirkeriyê re rû bi rû mane û got: “Şirnex li ber çavan tê tinekirin. Divê her kes tevlî kampanyaya xwişk-bira bibe û piştevaniyê mezin bike.”
Koordînasyona Piştevaniya ji Cizîrê heta Sûrê di navbera 17-18’ê Tebaxê de çûn Şirnex û Nisêbînê û raporek amade kirin. Cigira Serokê Giştî ya ÎHD’ê Meral Çildirê têkildarî raporê de agahî da û got di encama lêkolînên li her du baran kirine de bi dîmenê dagirkeriyê re rû bi rû mane û wiha got: “Hîna qedexeya derketina derve didome. nahê li şaredarî bixebitin. Heyetên tê ji aliyê tîmên tevgera taybet ve tên şopandin. Heyetên din û heyeta me di bin kontrolê de bû. Em bi kamerayê şopandin.”
'Dengê zarokan jî qût kirin’
Meralê diyar kir ku ji ber astengiyan çavderiyek rehet nekirine û çavderiyên xwe yên Kumçati ya Şirnexê wiha ragîhand: “Zarok êdî li kolanan ne kêfxweşin. Di rewşa normal de dema du sê zarok bên cem hev dengê kêfê tê mirovan. Lê li vir 10 zarok li gel hevbûn lê deng ji wan dernediket.”
'Ev der nayê vegotin divê bê dîtin’
Meralê dema kesên ji Şirnexê derketine vegot: “Ev der ne cihê vegotinê ye divê bê dîtin. Di barakayên wêran de dijîn. Yên di barakayan de dijîn dibin şahid ku Şirnexê çawa xerabe dikin. Ji dur ve xaniyên xwe nîşan didin. Xaniyên wan tên gulebarankirin. Behsa cenazeyên zarokên xwe dikin. li bendene ku cenazeyên zarokên xwe bigirin.”
'Bajarek tê wêrankirin’
Meralê got şaredariya Şirnexê xwestiye li Kumçatiyê konbajar vede lê dewletê destur nedaye û got: “Ev rewş li dij mafê mirovane. Mirov ji dewletê tiştekî naxwazin. Dixwazin malên xwe ew ji nûve ava bikin. Dibêjin emê bixwe çêbikin. Li Şinexê operasyon didome. li wir dîrokek heye. Çandek heye. Kevneşopiyek heye. Bajarek tê tinekirin.”
Meralê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê piştevanî bê xurtkirin û kampanyaya malbata xwişk-bira bê berdewamkirin.
(odk/hu)