Ji bo girtina Asli Erdogan îtiraz redkirin

11:55

JINHA

STENBOL - Îtîraza ji bo girtina nivîskar û endama Lijneya Şewira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan hat redkirin.


5'emîn Dadgeha Sulh Ceza piştî 13 rojan îtîraza ji bo nivîskar û endama Lijneya Şewira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a girtî serbest bê berdan red kir. Asli Erdogan piştî di 16'ê Tebaxê de der barê Rojnameya Ozgur Gundemê de biryara girtinê hat dayîn û polîsan bi ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê de girt, Asli jî li mala xwe hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin.


(zt)