Greva birçîbûnê bi diruşma ‘Bê Serok jiyan nabe’ despê kir
12:41
JINHA
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger ku 50 endamên hevparên siyaseta kurd ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê kirin, dest pê kir. Di nava çalakvanan de Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî hene.
Di pêşengtiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê de ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dan dest pê kirin. Greva birçîbûnê li avahiya DBP'ê ya Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir. 50 kesên ku ji pêkhatiyên siyaseta kurd pêk tê dest bi çalakiyê kirin. Di nava çalakvanan de Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, ji Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay û Cengîz Çîçek jî hene.
Berî grev dest pê bike hêzên dewletê avahiya DBP'ê bi maşîneyên zirxî dorpêv çirin. Bi avahiya DBP'ê de pankarta mezin a "Heta ku bi Birêz Ocalan re hevditin bê kirin em di greva bêdem û bêdorveger dene" hat daliqandin. Li salona Konferansê ya Vedat Aydin ku çalakiya grevê lê dest pê kir jî pankarta "Em ji ber tenduristî û ewlehiya Ocalan bi fikar in. Bila Bi lezgîn hevditin bên kirin" û "Azadiya Ocalan azadiya me ye" vekirin. Dîsa posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin. Daxuyaniyê bi tilîlî û silogana "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" dest pê kir. Gelek rojnamegeran çalakî şopand.
Çalakvanên ku ketin greva birçîbûnê berdilkên ku wêneyê Rêberê PKK'ê Ocalan li ser bû li xwe kirin û dest bi çalakiyê kirin. Li gel çalakvanan wekilên HDP'ê hevserokên partî û şaredariyan, siyasetmedar û nûnerên saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Berî ku daxuyani bê dayîn Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, der barê girîngî û wateya çalakiyê de axivî. Leyla, anî ziman ku heta ew agahî ji Ocalan bistînin û hevdîtin pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin.
'Me yek agahiya objektif bi dest nexist'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel li ser havê hevparan daxuyanî xwend û wiha got: "Me di 31'ê Tebaxa 2016'an de bi nûnerên gel ên bijartî, hevserokên partî û saziyan re daxuyaniyek hevpar da. Me diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 18 salin bi setan serê xwe di yek hucreyê de di bin tecrîda giran de ye. Dîsa me diyar kir ku Birêz Ocalan ji 5'ê Nisana 2015'an heta niha tu agahî jê nayê girtin. Me fikarên xwe bi raya giştî re parve kir. Bi taybetî piştî darbeya 15'ê Tîrmehê li dijî Birêz Ocalan êrîşa fîîlî pêk hat. 52 roj der bas bûn me tu agahiyên şênber û yek agahiya objektif bi dest nexist."
'Bi tu awayî tecrîd nayê qebkûlkirin'
Sebahat, di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku Ocalan ji bo pirsgirêka kurd bi riya demokratik çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe aştiya mayinde pêş bikeve ligel tecrîda giran di zindana Îmraliyê de 18 salin di ber xwe dide û wiha got: "Pişti diyaloga di salên 2013-2015'an de bi Ocalan re pêk hat nîşan da ku aştî û çareseriya demokratîk pêkan e. Lê piştî deklerasyona 28'ê Sibatê ku derbasî muzakereyan bûbaya pêvajo hat bidawî kirin û dîsa êşa giran dest pê kir. Sedema vê yekê jî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîd ji bo mirovahî, demokrasî û azadiyê nayê qebûlkirin."
'Em bi 50 bijartiyan dest bi greva birçîbûnê dikin'
Sebahat, da zanîn ku ew van pêkanînên dij zagonî, dijhiqûq û li dijî sincê mirovahiyê ku li ser Ocalan pêk tên nikarin qebûl bikin û bila kes ji wan nepê ku vê êrîşa li ser vîna gel qekûl bikin. Sebahat, destnîşan kir ku 510 rojin tecrîd didome û hemû hewldanên hiqûqî, zagonî û mirovî yên ji bo rakirina tecrîdê hatine pûçkirin û wiha got: "Hikûmetê hemû hewldan vala derxist. Malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê nikare bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike. Ji bo ku dîsa malbat, parêzer û heyet karibe bi Ocalan re hevdîtin bike û em karibin agahiyek teqez û saxlem jê bigirin em bi 50 kesên dildar ji îro 5'ê Îlonê û şûnde dest bi greva bêdem û bêdorveger dest greva birçîbûnê dikin. Daxwaza me hevdîtina bi Birêz Ocalan a di çarçoveya hiqûq û mirovahiyê de ye.
Ji roja ku îlana çalakiyê heta niha tu gav nehatine avêtin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora çalakiya 50 kesan bibin xelek û çalakiyê li her derê belav bikin. Divê me hemû li azadiya xwe xwedî derkevin û çalakiyê mezin bikin. Em bang li hemû kesan dikin ku li dora çalakiya mafdar û rewa kom bibin û di nava piştevaniyê de bin."
Piştî daxuyaniyê li heman salonê greva birçîbûnê despêkir.
(zt)