Li Kantona Cizîrê serjimarî tê kirin
14:54
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Kantona Cizîrê ji aliyê Desteya Rêxistinkirinê ya Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federala Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê, xebatên serjimariyê hate destpêkirin.
Xebatên serjimartiyê ya bi navê ‘Ez li virim’ ku Desteya Rêxistinkirinê ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê daye destpêkirin, îro li bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê û Til Hemîs ku dikevin Rojhilata Kantonê hate destpêkirin.
Ji bo ku serjimarî were kirin, ji hemwelatiyan hatiye xwestin ku îro dernekevin derve û komîteyên ku piraniya wan ji endamên komîn û meclisên tax û gundanin, herwiha mamosteyan pêk tên, dest bi hejmartina hemwelatiyan kirin.
Hejmartin dê heya êvarê bidome…
(rd/en/rc)