Saziyên jinan: Bila Yuksel Acer serbest bê berdan
15:01
JINHA
AMED - Rêxistinên jinan û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xwestin Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê Yuksel Acer a ku 14 roj in di bin çavan de ye bê berdan.
Navenda Pêkanîn û Lêkolînê ya Pirsgirêkên Jinê (DÎKASUM) a girêdayê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê Yuksel Acer a ku ji 6'ê îlonê heta niha di bin çavan de ye li ber Şaxa DÎKASUM'ê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê daxuyanî dan. Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên jin û endamên KJA'yê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Endama Navenda Jinê ya Kardelen a Şaredariya Rezan a Amedê Melek Çetîn axivî û diyar kir ku Yuksel di 6'ê îlonê de ji mala xwe ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Melek destnîşan kir ku parêzeran du caran bi Yuksel re di bin çavan de hevdîtin pêk anîne, ji ber çi di bin çavan de ye agahiyeke zelal nikarin bigirin. Çetîn wiha axivî: "Em dizanin sedema esasî ya binçavkirina Acer xebatên jinan e. Di çarçoveya OHAL'ê de binçavkirinên bi aweyekî kêfî bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de em qebûl nakin. Em ê têkîşan xwe ya jinê û xebatên xwe bi awayeke xur bidomînin. Hevala me ya ku bi awayeke kêfî 14 roj in di bin çavan de tê girtin bila bê berdan."
(zt)