'Rojnameya Evrenselê ya hêza xwe ji gel digire nekare bê bêdengkirin

09:06

JINHA

AMED – Nûçegîhana rojanmeya Evrensel û Hayat TV Serpîl Berkê têkildarî ku rojnameya Akîtê, rojnameya Evrenselê hedef nîşan dabû de axivî û got: “Em li dijî zextan rêya berxwedanê jî dizanin, ji ber ku em hêza xwe ji gel digirin. Yên ku dibêjin qey wê ev li dijî van êrîşan bitirsin, xwe dixapînin.”

Rojnameya Akîtê ku bi nêzîkatiya xwe ya desthilatdariyê tê zanîn bi sernavê ‘Berdevka PKK’ê Evrensel tê girtin’ nûçe weşand û rojnameya Evrenselê hedef nîşan da û îdia kiribû ku girtina rojnameyê di rojevê d e ye. Nûçegîhana rojanmeya Evrensel û Hayat TV Serpîl Berkê diyar kir ku ji ber geşedanên li herêmê radihînin hedef tên girtin û got: “Evrensel dengê gele. bêdengkirina gel jî evqas ne hêsane.”

Serpîlê got ev 4 mehe li Amedê faliyetên rojnamegeriyê dimeşîne û got: “Ez di vê pêvajoyê de rastî zehmetiyên mezin hatin. Di teqîna pira 10 derî de destpêkê em çûn û me nûçe çêkir. Em wek berpirsên bûyerê binçavkirin. Em sê rojan di bin çavan de man. Em wek rojnameger bi vê rê tên çewisandin. Me li dijî hedefgirtina Akîtê nûçe çêkir. Divê bê dîtin ku ev nûçe xwe digihîne kê û çi teşîr dike.”

‘Dixwazin çapemeniya azad û objektîf tine bikin’

Serpîlê balkişand ser sedemên polîtîkayên zextê yên li ser rojnamegeran û got: “Yên ku rastiyan ji gel re radigîhîne rojname û televîzyonên me ne. Dewlet naxwaze ev bên dîtin. Ji ber vê nahêlin nûçegîhan karê xwe bikin. dixwazin çapemaniya azad û objektîf bi temam tine bikin.”

‘Bêdengkirina gel ne hêsane’

Serpîlê diyar kir ku li dijî hedef girtina Akîtê wê dengê wan qût nebe û got Evrengel dengê gele, dengê gel jî nayê qûtkirin. Serpîlê wiha berdewam kir: “Akît li ser derewan nûçegîhaniyê dike û xwe wek rojname bi nav dike. Ew dikarin me hedef nîşan bidin lê em li vî welatî dengê kedkar, karker, bindest, jinan û gelê Kurdin. Ji ber vê bêdengkirina me wisa ne hêsane.

(mm-ta/hu)