Li Polonyayê jin ji bo mafê kurtajê dê greva giştî li dar bixin
15:10
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên jin ên Polonyayê dê sibê li dijî qanûna ku mafê jinan ê kurtajê qedexe kir greva giştî li dar bixin.
Li Polonyaya ku endamê YE’yê ye çalakiyên jinan ên li dijî qedexeya kurtajê berdewam dikin. Jinên kedkar ên ku mafê wan ê kurtajê ji destê wan hat girtin dê sibê dest bi greva giştî bikin. Li welatê ku piranî qatolîk lê hene ji xwe mafê kurtajê bi sînor bû lê piştî qanûna ku hat derxistin jinên ku rastî êrîşa zayendî tên jî dê nema karibin mafê xwe yê kurtajê bi kar bînin. Her wiha jinên kedkar jî bi vê munasebetê ji bo ku balê bikişînin ser mijarê di 3 cotmehê de dest bi greva giştî dikin. Greva ku dê bê destpêkirn tê payîn ku li 60 pajarên cuda yên polonyayê bê lidarxistin.
(mk)