Li Stenbolê êrîşî jinan kirn!
17:27
JINHA
STENBOL- Li Taxa Tophaneyê ya Stenbolê bi hinceta ku alkol gitine di dema vekrina pêşangeha bi navê “Kuytu” ya jinan de 21 jinên hunermend rastî êrîşê hatin .
Li Taxa Tophaneyê ya Stenbolê bi hinceta ku alkol girtine di dema vekrina pêşangeha ku ji aliyê 21 jinên hunermend ve bi navê “Kuytu” hat vekirin kirin. Êrîşkarên ku xwe wekî niştecihên taxê dan nasîn gotin ku hûn “Nikarin mêr û jin bi hev re alkolê vexin” êrîşî jinên hunermend yên ku bi munasebeta pêşangehê kokteyl dabûn kirn. Piştî êrîşê kokteyl hat bidawîkirn.
‘Em rasîtî êrîşa 4- 5 kesan hatin’
Li gorî nûçeya ku di Evrenselê de hat weşandin hat aşkerakirin ku hunermenda bi navê Vardal Caniş Su ya ku bi berhemên xwe jî tevli pêşangehê bû wiha gotiye: “ Me ji 21 jinên hunermend berhemên wan girtin û me dekorasyona qada pêşangehê çêkir. Her wiha me sponsor dîtin û me organîzasyon ava kir. Mijara me “Şev bû” ji ber wê jî me navê pêşangeha xwe kir “Kuytu” û me pêşangeh vekir. Lê 4-5 kesên ku xwe wekî niştecihên taxê dan nasîn û bi hincta kum e alkol girtiye êrîşî me kirn.”
(mk)