'Tevahî jin divê kujera keça min Ayşeyê bipirse'

09:02

JINHA

MÊRDÎN- Dayika Ayşe Akyûz ya hatî qetilkirin Hamdiye Akyûz diyar kir ku, ferqa bûyera keça wê û Ozgecanê ji hev nîne û got ku divê heman hişyarî li hember keça wê jî bê raber kirin. Hemdiyeyê got ku divê ji bo kujera keça wê bê dîtin tevahî jin hesabê bipirsin.

Li navçeya Artukluya Mêrdînê di 24'ê îlonê de li Taxa Sarincê jina bi navê Ayşe Akyûz bi aweyek hovane hatibû qetilkirin. Hîna nayê zanîn ku Ayşe ji aliyê kî ve hatî qetilkirin. Bavê Ayşeyê, du birayê wê, xwişka wê ya 14'e salî, ap û jin apa wê tevî gundiyek wê piştî buyerê û lêpirsînê hatin girtin. Dayika Ayşeyê diyar kir ku, şeva Ayşe hatî qetilkirin ne mûmkine gundî tiştek ne bihîstibin ango pê nehesiyabin. Hemdiye hêrsa xwe li hember bûyerê anî ziman û wiha axivî: "Jinek hatiye qetilkirin. Divê her kes xwedî li Ayşeyê derê û ez banga hişyariyê li jinan dikim. Bila kujer bên dîtin û hesab bê pirsîn."

'Min keça xwe ji pêcemeya wê naskir'

Hamdiyeyê da zanîn ku, dema Ayşe hatibû qetilkirin ew ne li gund bû û wiha got:"Ji ber hevjînê birayê min wê ameliyet biba ez çûbûm Îzmîrê. Piştî çûyîna min şeva siyem hevjînê min geriya û got ku 'keça me şewitandine, qetilkirine'. Wekî ku cîhan bi ser serê min de hilweşiya. Tevî xwişka xwe ketim rê û em hatin Mêrdînê. Min li nexweşxanê keça xwe ji pêcemeya wê naskir. Min rûyê wê nêrî tev şewitîbû. Ez wê demê ji hişê xwe çûm."

'Kujerê keça min bibînin'

Hamdiyeyê destnîşan kir ku, dixwazin sûcê bikin ser malbatê û li hember adeleta giran û kêm raperîn kir. Hamdiyeyê anî ziman ku ew dixwaze kujer bê dîtin û wiha pêl da gotina xwe: "Eger kujer ji malbatê be jî bila derê holê. Ez dixwazim bûyer bê ronî kirin. Ez bang li tevahî dewlet, welat û jinan dikim. Kujera keça min derxînin holê. Dilê me şewitandin û malbata me tev girtin girtîgehê. Keça min yê biçûk jî girtin, ew vê yekê heq nakin. 14'e saliye û bê sedem li girtîgehê tê ragirtin."

'Ferqa Ayşe û Ozgecanê ji hev tûneye'

Hamdiyeyê li hember bêdengiya heyî îsyan kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li hember keça min hovîtiyek mezin pêk anîn. Ew kedkara mala min bû. Piştî bûyerê ez jî tevî Ayşeyê mirim. Ji aliyê derdor ve gelek dihat heskirin. Em wek hevalê hevbûn. Jiyanê wê gelek dagirtîbû. Ferqa Ayşe û Ozgecanê ji hev tûneye. Ez bang li tevahî gelan dikim. Bila bibin şopdara doza Ayşeyê. Em tev jin in û jinek hatiye qetilkirin. Îro keça min hatî qetilkirin sibê dibe ku dora me be. Kujer ki be divê derkeve holê. Ancax em wê demê dikarin nefes bigrin."

(kom/rc)