'Tenê jin dikarin tecrîdê bişkînin'
09:04
JINHA
WAN - Jinan bal kişan ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û gotin ku rola Abdullah Ocalan di azadiya jinê de gelek e, ji ber vê yekê tecrîd dê bi pêşengiya berxwedana jinê bê şikandin.
Parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji tirmeha 2011'an û Heyeta Îmraliyê jî ji nîsana 2015'an û pê ve bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nakin. Li ser vê yekê li Amedê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê, ji aliyê 50'î kes ve çalakiya birçîbûnê hatibû destpêkirin. Li ser berxwedana gelê kurd birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di 11'ê îlona 2016'an de ji bo hevdîtinê çû îmraliyê û bi Rêveberê PKK'ê re hevdîtin pêk anî. Lê tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam dike. Jinên Wanê tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku berdewam dike bi tund şermezar kirin û gotin ku ji ber di azadiya jinê rola Abdullah Ocalan heye ew ê bi berxwedanê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê bişkînin.
'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin'
Jina bi navê Melîha Aktaş diyar kir ku, bi sedsalan e ku dewleta tirk li ser kurdan politikaya şer dide meşandin û wiha axivî: "Çawa ku dewlet di sala 90'î de me ji gundê me koçî bajêr kir niha jî ji ber em kurdin me qetîl dike. Ji tecrîda li ser Serokê me û şûn de dewlet tu zilm nema ku li ser me nekir. Di cejna qurbanê de ji Serokê me peyama aştiyê hat. Dewlet li şuna bersiva aştiyana bide Serokê me, di ser me de hat û xwest me tune bike. Bila dewlet baş bizanibe ku em tu carî dev ji têkoşina xwe bernadin."
'Em tecrîdê qabûl nakin'
Behiye Teke jî bertek nîşanê tecrîdê da û got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bêmaf û bêhiqûqiye û axaftina xwe wiha domand: "Dewlet dixwaze Kurdistanê vala bike û dê kesên dengen xwe didinê di Kurdistanê de bi cih bike. Em kurdin û em ê heya dawiyê xwedî li Serokê xwe derkevin. Em tecrîdê qabûl nakin û heya tecrîd ranebe em ê têkoşina xwe berdewam bikin."
'Hûn nikarin gelê kurd bi tecrîdê tune bikin'
Rafya Cîvaklî jî tecrîdê şermezar kir û bi tund got ku ji bo jiyanekî aştiyane bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Ruçem Cîvaklî jî li ser tecrîdê ev tişt got: "Dewlet li ber çavên me malbatên me direvinê û îşkenceyê dike. Em êdî vê qebûl nakin. Ancax şer û tecrîd jin bişkinîn. Dê jin bi têkoşîna û berxwedana xwe hişmendiya mîretiyê tune bikin. Ancax jin dikarin tecrîda li ser pêşengê azadiya jinê tune bikin."
(db/ho/rc)