Behiye li dijî şîdeta zilam mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî

10:41

JINHA

İZMİR- Behiye O. ya li Îzmîrê ku ji aliyê Suleyman O. ve her roj bi awayekî sîtematî dihat îşkencekirn, mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî û îşkenecekarê xwe Suleyman O kuşt. Behiye O ya ku hat binçavkirn di parastina xwe de wiha got: “ Heta roja îro her wî ez îşkence dikirim îro jî min kir.”

Li Îzmîrê Behiye O. ya ku li kolana Pîlot Ustegmen Turker Aydin jiyana xwe berdewam dikir ku her orj bi awayekî sîtematîk ji aliyê Suleyman O. ve dihat îşkencekirn herî dawî mecbûr ma ku mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne û îşkencekarê xwe Suleyman O. bi kevirê ku kir destê xwe kuşt. Piştî bûyerê cenazeyê Suleyman O. rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Îzmîrê û Behiye O. jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirn.

Behiye ya ku hat binçavkirn di parastina xwe de wiha got: “Her roj bi awayekî sîstematîk ez îşkence dikirim îro jî min kir.”

(mk)