Ayşegul Dogan: Cihê em lê mayî em ê berdewam bikin

10:48

JINHA

STENBOL – Pêşkêşvana bernama Gundem Muzakere ya ÎMC Tv yê Ayşegul Dogan bertek nîşanî bi biriyara KHKê girtina radyo û televizyonan da û got: “Em li televizyonên xwe yên hatine reşkirin û radyoyên xwe yên dengê wan hatîn qutkirin xwedî derdikevin, divê welatiyên mafê wan ê nûçe girtinê ji destê wan tê girtin jî heman bertekê nîşan bidin. Pêdiviya me hemûyan bi vê şêwirmendiyê heye. Teqez em ê ji cihê mayî berdewam bikin.”

Bertekên bi biriyara KHK’ê girtina televizyon û radyoyan berdewam dikin. ÎMC Tv jî di nava lîsta qenalên bên girtin dene. Jinên xebatkarên ÎMC Tv yê jî bertekên xwe ji bo ajansa me anîn ziman. Pêşkêşvana bernama Gundem Muzakere ya ÎMC Tv yê Ayşegul Dogan wiha nirxandin kir: “Ev demdirêje em van tindiyan hîs dikin. Ji meha sibatê heya niha tiştên tên jiyîn ne normalin. Li gel her tiştî jî me hewilda em karê xwe yê rojnamegeriyê bikin. Ez hêvîdarim ku ev pêvajoya tindiyê demek ji ya dinê zutir dawî bibe û gel mafê xwe yê agahî girtinê bidest bixe.”

Ayşegul destnîşan kir ku rewşa niha tê jiyandin ji bo wan gelek ne şaşwaziye û wiha domand: “Pêvajoya li pêşiya me li gorî dixwiyê bimetirsîdare. Qenalên radyo û televizyonan digirin, ji ber ku nivîskar û rojnameger rastiyan radigihînin tên girtin. Kevneşopiyek ji Musa Anter berdewam dike, niha jî rojnameger bê ewlehiya can karê xwe dikin.” Ayşegul ji bo weşana ÎMC Tv jî wiha got: “Di pêvajoya şer de li gel hemû zoriyan jî me nûçegihaniya aştiyê kir. Em ê li televizyonên xwe yên hatine reşkirin û radyo yên xwe yên dengê wan hatîn qutkirin xwedî derkevin, divê gel jî li mafê xwe yê girtina agahiyan xwedî derkevin. Pêdiviya me hemûwan bi wê şêwirmendiyê heye. Teqez em ê ji cihê mayî berdewam bikin.”

(dyc-bk/zt)