Li Kantona Cizîrê bi sedan welatî li hember komkujiyên ser sînor daketin qadan

10:49

JINHA

QAMIŞLO- Bi sedan welatî li bajarê Qamişlo, Amûdê û Girkê Legê herikîn qadan û komkujiya ku dewleta tirk ser sînor pêk tîne bi tundî şermezar kir.

Li bajarên Qamişlo, Girkê Legê û Amûdê bi armanca şermezar kirina komkujiya li ser sînor ya ku ji aliyê leşkerên tirk ve pêk hatî daketin qadan. Di meşan de hem gel bi dirûşmeyên xwe, hem jî axaftvanan nerazîbûneke tund nîşanî kiryarên dewleta Tirkiyeyê dan.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişloyê bi dirûşmeya "Na ji bo komkujiya rejima tirk li ser sînorê bakûrê Sûriyey li ser xaka bakûrê Sûriyeyê re" ji çerxerêya Qenat Swês heya Çerxerêya Sewama bi alên TEV-DEM, Kongreya Star û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan. Ji meşê re jinên ciwan û dayikan pêşengtî kirin û bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedan" hat berzkirin.

Piştî meşê Hevseroka Meclîsa Gel a Qamişlo Ferîşah Remezan çalakvanan silav kir û ev tişt got: "Dijminê herî mezin ku navên kurd û Kurdistanê qebûl nake, dewleta Tirkiye yê û kiryarên herî hovane li ser gelê me pêk tîne. Em bi vê çalekiyên dibêjin ku bi serokatiya Erdogan gelê kurd û Sûriyeyê rastê êrîşan tê, çeteyan li ser axa me bicih dikin. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin."

Rêvebera Kongreya Star Şaha Xelîl jî anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê ya dagirker nikare vîına gel têk bibe û wiha axivî: "Dîroka gelê kurd tê zanîn. Di salên 90'an de bi hezaran gund şewitandin, di 92'an de êrîşên pir giran bi piştgiriya PDK'ê bi ser gerîla de birin, lê vala derketin. Heya roja îro komkujiyan dike, li bajarên me komkujî kirin. Niha zext li şaredariyan dike. Ev nayê qebûlkirin. Em komkujiyên li ser sînor bi tundî şermezar dikin. Em xwedî vîn, dîrok, çand û ziman in. Ev şoreş bi yek kesê destpêkir, em niha ber bi sîstema Federal Demokatîk ve diçin û dê bigihîje azadiya xwe. Em ê guhertinên bi felsefeya Rêber Apo pêşbixin. Em ê xwedî li projeya xwe derkevin û êrîşên li ser Rojava û Bakûrê Sûriyeyê vala derxin."

GIRKÊ LEGÊ

Gelê Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer li dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê, bi pêşengtiya TEV-DEM û Kongreya Star meşiyan. Di meşê de alên YPG-YPJ'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate bilind kirin.

Meş ji qada Şehîd Xebat a bajar destpêkir û heya nav sûkê berdewm kir. Li sûkê di serî de deqeyek rêz hate girtin, paşê ji pêkhateya ereb Sêf Hatim diyar kir ku, ew komkujiyên ser sînor bi tundî şermezar dikin û wiha got, "Îro ev êrîş ne li ser gelêkurd tenê ye, li dijî tevahiya gelên Sûriyeyê êrîş heye. Em ê wek gelê ereb jî xwedî li doza mafdar a Rojava derkevin."

Rêvebera Kongreya Star Esma Murad jî bal kişand ser êrîşên hovane yên Tirkiyê û got "Erdogan gelê sivîl bi awayeke hovena qir dike. Lê em ji wî re dibêjin em ê serê xwe netewîn in. Canên me û vîna me bi felsefeya Rêber Apo perwerde bûye, lewma nayê binxistin."

Piştî dawîkirina axavtinan çalekî bi diruşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Terorîst Erdoxan" bi dawî bû.

AMÛDÊ

Gelê bajarê Amûdê jî li beramberî êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava û Bakûrê Sûriyeyê êvarê li Meydana Şehîd Cîhad kom bûn û dest bi meşê kirin. Di çalekiyê de nûnerên rêxistin û Rêveberiya Xweser û bi sedan welatî di meşa girseyî de amede bûn. Girseyê pankartên "Em êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser gelê Sûriyeyê şermezar dikin" û "Sîstema Netewa Demokratîk li dijî dîktatoriya dewleta Tirkiyeyê ye" tevî posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildan û meşiyan.

Li Parka Telae girse sekinî û li wir axaftin pêk hat. Hevserokê Meclîsa Gel a Amdûdê Silêman Şêxo û rêveber Kongreya Star Munewer Xalid axivîn. Munewer êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser sînor û komkujiyên pêk tîne nirxand û bêdengiya hêzên navnetewî li beramberî vê dagirkeriyê jî bi tundî şermezar kir.

Çalekî bi diruşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bûn.

(kom/rc)