Peykera Rêvana li Kobanê hat danîn
11:15
JINHA
KOBANÊ - Ji bo bîranîna şervana YPJ'ê Rêvana Rojava û 8 rêhevalên wê Peykera bi navê Şehîd Rêvane li gundê Helincê ya Kantona Kobanê bi merasîmekê hat danîn.
Saziya Malbatên Şehîdan û YPJ-YPG'ê li gundê Helincê ya dikeve Rojhilata bajarê Kobanê ji bo danîna peykera bi navê Şehîd Rêvane merasîmek lidar xistin. Peyker bi armanca bîranîna şevana YPJ'ê Rêvana û 8 rêhevalên wê Mahîr Çeyar, Botan Yilmaz, Arîn Mîrkan, Çekdar Efrîn, Koçberîn Cûdî, Serhed Kobanê, Baran Kobanê û Paramaz Kizilbaşî ku di berxwedaniya Kobanê de çalekiyê fedayî de jiyana xwe ji dest dane hat danîn.
Paykera ku ji aliyê peykersaz Henana Mistefa ve hatî amedekirin ji sê metreyan pêk tê. Peykersaz bi mebesta bîranînê diyariyê şervanên YPJ'ê kir. Şervaên YPJ'ê bi merasîma leşkerî peykera Rêvana danî. Di merasîmê de feramdnara YPJ'ê Rojda Cûdî diyar kir ku, bi saya kedê Rêberê PKK'ê jinên leheng navê xwe li dîrokê neqişandin û wiha got: "Qehremanên jin ji bo me bûn destan. Em di vê rojê de hemû rêhevalên xwe yên di çalekiyên fedayî de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Îro salvegera şehadeta hevala Rêvana ye. Li ser vê xetê YPJ'ê berxwedanek mezin kir."
Endama Saziya Yekîti û Piştgiriya Gelan Bêrîtan Asî jî ev tişt got: "Di kesayeta Şehîd Arîn, Rêvana, Koçerîn, Paramaz de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Dewleta Tirkiyê û Erdogan digotin dê kobanê bikeve. Lê hevala Arîn û bi dehan rêhevalên wê bedena xwe kirin bombe û berxwedaniya Miştenûr pêşxistin. Wiha jî armancên çeteyan û dewleta faşîst a Tirkiyeyê bin xistin." Bêrîtanê di dawiya axaftina xwe de helbesta Paramaz Kizilbaş xwend.
Her wiha peykersaz Henan Mistefa jî axivî û armanca çêkirina peykerê wiha vegot: "Çalekiya şehîd Rêvana di berxwedana Kobanê de xwedî ciheke girîng e. Min ev peyker di operasyona rizgarkirina gundewarên Kantona Kobanê de destpêkir û dema hemle dawî bi bû, peyker jî min qedand."
Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Arif Balî jî axivî û hemû cangoriyên ku li Kobanê çalekiyên fedayî pêk anîne bi bîr anî. Di dawiya merasîmê de bi tîlîlî û dirûşmeyên "Şehîd Namirin" ên dayikan peykera Şehîd Rêvana hate vekirin.
(be/db/rc)