Ekrana MED Nuçeyê hat reşkrin
12:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Ekrana Med Nûçe TV bi biryara Eutelsat hat reşkirn. Xebatkara Med Nuçeyê Guler Yildiz nerazîbûn nîşanî biryarê da û got ku dê ragihandina dengê gel berdewam bikin.
Ekrana Med Nuçe TV ji aliyê şîrekta peykê ya fransî a bi navê Eutelsatê ve hat reşkrin. Xebatkarê Med Nûçeyê Bakî Gul yê ku ji ÎMC TV re axivî got ku girtina Med Nuçe encama bazariyeke ku hatiye kirine û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Bi taybetî girtina Tv’yê kirn dawiya hefteyê. Ji bo ku biryar bê rawestandin em ê li Fransayê serî li dadgehê bidin. Her wiha weşana me ya înternetê jî hat rawestandin. Em ê karê xwe berdewam bikin û em ragihandina rastiyan ji gelê bindest re her bidomînin."
Pêşkêşvana Med Nuçe Tv Guler Yildiz jî diyar kir ku Med Nuçe kanaleke ku weşana xwe ji zû ve dike ye û ev tişt got: “ Em ê her bibi dengê gel û em ê ragihandina rastiyan a ji gel re berdewam bikin.”
(gc/mk)