Rojnamegerên jin ên şengalê: Em ê ragihandina heqîqetê berdewam bikin
13:13
Jinda Asmen/JINHA
ŞENGAL – Xebatkarên çapemeniya azad ên jin bertek nîşanî girtina kanalên radyo û tevlevîzyonan dan û gotkin ku ew ê ragihandina heqîqetê berdewam bikin û wiha berdewam kirn: “ Em ê her dem li cem gelê xwe bin û bibin dengê gelê xwe.”
Rojnamegerên jin ên li Şengale der bare zextên li ser çapemeniya azad û girtina radyo o televîzyonên muxalif yên ku hatin girtin de nirxandin kirn. Ji xebatkarên Çira TV Pakîze Xelîl diyar kir ku bi êrîşa li ser çapemeniya muxalîf re têxwestin ku ser rastiyan bê girtin û diyar kir ku girtina Med Nûçe TV jî girêdayî vê ye.
Em ê şopdarên heqîqetê bin
Pakîze di berdewamiya axaftina xw de diyar kir ku ew êrîşên li ser çapemeniya azad şermezar dikin û ev tişt got: “ Em li ku dibin bila bibin em ê ragihandina rastiyan û heqîqetê ji gelê xwe re ragihînin.”
Bi êrîşkirnê nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
Ji rojnamegerên azad en jin ên li Şengalê Dilvîn Murda jî got ku xebatkarên çapemeniya azad ne bi tene ne û wiha berdewam kir: “ Ewropayê Med Nûçe TV girt ew jî tê wateya ku bi Tirkiyeyê re heman zîhniyetê parve dike. Lê divê ku vê baş bizanibin ku nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin.”
Navê vê faşîzm e
Delîla Axîn ya ya ku xebatkara ajansa me ye û li Şengalê ye jî der barê êrîşa li ser çapemeniya azad de wiha got: “ Bê me çawa li Rojava û Şengalê li ber xwe da û em têk neçûn em ê dîsa li ber xwe bidin û têk neçin.”
Em ê serî netewînin
Xebatkara jin a çapemeniya azad ya li Şengalê Ehlam Hecî jî got ku kevneşopiya çapemeniya azad li ser felsefeya azadiyê ya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye damezrandin û ev tişt got: “ Xebatkarên çapemeniya azad yên ku rastî şîdetê û êrîşan tên ne bi tenê ne.”
(mg/mk)