Erdîş û Seravê gotin: Dest nede vîna min
13:22
JINHA
WAN – Welatiyên Erdîşê bertekên xwe yên li hemberî qeyûman berdewam dikin. Seravê jî girtina Hevşaredar Zilan Aldatmaz protesto kirin.
Bertekên welatiyên Erdîşê li hember qeyûman berdewam dike. Welatiyên di navê de Hevseroka DBP’a navçeyê Hatice Yildiz, endam û rêveberên DBP, HDP, ÎHD, KURDÎ-DER, TUYAD-DER, Wekîla Hevşaredara Erdîşê Guler Avci, li gel endamên meclisa şaredariyê û têkela KJA yê jî heyî li ber avahiya DBP'a navçeyê gihan hev û daxuyanî dan. Di daxuyaniya bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de despêkê Hatice Yildiz mafê gotinê girt û got: “Ma gelo vîna me nîne? Mafê me yê hilbijartina saziyên me rêvebibin nîne? Ger vîna me tine dihesibînin bila carekdin hilbijartinan bikin.”
Piştî daxuyaniyê esnaf hatin ziyaret kirin.
Li Seravê jî çalakiya dest nedin vîna min
Li ber Şaredariya Seravê welatiyên kombûn girtina Hevşaredar Zilan Aldatmaz û xebatkarê şaredariyê Omer Faruk Kandeger bi daxuyaniyekê protesto kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede vîna min” rakirin. Li gel xebatkarên şaredariyê rêveberên DBP û HDP’ê yên Westan û Seravê bi gelek welatiyan ve di daxuyaniyê de amadebûn. Hevşaredar Abdulkadir Çalişkan di daxuyaniyê de axivî û got: “Di hilbijartinên sala 2014’an de Hevşaredar Zilan Aldatmaz bi vîna gel hatiye hilbijartin. Divê bê zanîn dê gelê kurd li hemberî van politikayên helandinê bizane li ber xwe bide.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi 5 deqe runiştinê dawîbû.
(va/zt)