Li gundên Çinarê “perwerdeya li ser teduristiya jinan” dest pe kir

13:37

JINHA

AMED – Navenda Jinê Jinwar ya Şaredariya Çinarê dest bi beşa 2’emîn a “perwerdeya li ser tenduristiya jinan” ku dê li gundên Çinara Amedê ji jinan re bê dayîn kir.

Navenda Jinê ya Jinwar a ku di bin banê Daîreya Polîtîkayên jinan a Şaredariya Çinara Amedê de xebatên xwe yên der barê perwerdeya jinan de didomîne. Piştî ku ji bi 15 jinan asta yekemîm li navenda navçeyê hat dayîn vê carê asta 2’yemîn a ku dê li tax û gundên Çinarê der barê tenduristiya jiana de bê dayîn hat destpêkirn û dê ji bo jinan di warê plansaziya zayînê û menepozê de ji bo jinan perwerde bê dayîn.

Perwrde destpêkê li gundê Çinarê Şukurluyê dest pê kir. Perwrde ji aliyê Remzîye Duran ve tê dayîn û hat ragihandin ku 30 ji tevli perewrdeyê bûne.

(gc/mk)