Şahedên buyerê: Bombabaran bi zanebûn kirin

13:37

JINHA

BEDLİS – Duh serê sibê balefirên şer bejahiya gundê Herde bombakirin. Di bombabaranê de jina bi navê Redife Erdemir jiyana xwe jidest da û welatiyek jî giran birîndarbû. Şahidên buyerê daxuyaniya walî derewandin û diyar kirin ku bombabaran bi zanebûn kirine, ji ber ku Redife bi saetan dan sekinandin ji bo wê jiyana xwe jidest da.

Duh serê sibê balefirên şer ên TSK yê bejahiya gundê Herde yê Bedlîsê bombakirin. Di bombabaranê de Radife Erdemir a 41 salî ku di hewşa mala xwe ya 500 metre xarî gund debûye jiyana xwe ji dest da û welatiyê bi navê Abdulbaki Bizans jî giran birîndarbû. Organa dewletê ya weşanê ya fermî Ajansa Anadoluyê buyer li gori agahiyên ji çavkaniyên leşkerî girtî gotine: “Balefiran du çeperên çekdarî tine kirine.” Redife û Abdulbaki weke PKK yî dane.

Şahidên buyerê jî dan zanîn ku bombabaran bi awayek zanebûn kirine.

Dema ku taştê dixwarin bombabaranê despêkir

Xwişka Redife û şahida buyerê Çigdem Deniz destnîşan kir ku ji bo weşandina gozan 10 roj berê xwişka wê ji Stenbolê hatiye gund û dema bombabaranê wiha rave kir: “Serê sibê yek jê zarok em 5 mirovên hev ji bo weşandina gozan çun baxçe. Beriya bombabaranê saet 07.30’an herun ser serê me digeriyan. Paşê ez û zaroka biçuk em çun ser avê. Saet navbera 09.30 yan jî 10.00’an de bû, dema taştêya me hatibû, ji nuşkave dengê teqînekê hat û bombabaranê despêkir. Bi dengê teqînê re parçeyên kevir ser me de barîn, em gelek tirsiyan.”

'Me xwe dibin daran de veşart'

Çigdem bilêv kir ku ji bo xwe ji parçeyên şarapnelan û keviran biparêzin li cih digeriyan û wiha domand: “Me xwe dibin darên ser avê de veşart. Wê demê agahiya me jî ji kesê nebû. Em fikirîn ku xwişka min û mamê min jî xwe veşartine. Dema ku bombabaran sekinî ez li xwişka xwe geriyam min dît di nava xwînê de dirêjbûye. Tevahiya buyerê 15 deqeyan berdewam kir. Piştî bombabaranê şewat derketi.”

'Li gori dizanî em Sivilin jî ser me de bombabarandin'

Çigdem bertek nîşanî daxuyaniyên ji aliyê saziyên fermî ve hatine kirin jî da û wiha berdewam kir: “Pir baş heronan didît em sivilin. Tam jî cihê ku em lêbûne bombakirin. Erê em kirin gerila, lê zarokên li gel me? Ser serê me tulbendên sipî hebûn. 2 f-16 bombabaran kirin. Xwestin me hemûyan li wê bikujin. Li gel ditin em sivîlin jî ser me de bombabarandin. Ji ber xwişka min bi saetan birîndar ma jiyana xwe ji dest da. Xwişka min qetilkirin, dixwestin me hemuyan qetilbikin.”

Waliyê Bedlisê di bombabaranê de qetilkirina Redife pejirand û di dewama daxuyaniyê de wiha got: “Duh saet 18.45’an de bi minubusekê 2 kes rakirin Nexweşxana Dewletê ya Tatwana Bedlîsê. Kesa bi navê R. E mirî, kesê bi navê A. B jî ji ser û çengê xwe birîndar rakirina Nexweşxana Dewletê ya Tatwanê. Li gorî lêkolînên hatine kirin dema ku kurê R. E yê qodê wî Şorej dema ku bi teroran re hevditin dikir, balefiran herêm bomba kirin di dema bombabaranê de agahiyên R, E jiyana xwe ji dest da, A. B jî birîndarbûye hat.”

Li aliyê dinê jî hat zanîn ku dema tedawiya Abdulbaki li Nexweşxana Dewletê ya Tatwanê berdewam dikir, piştî nîvro nû cenazê Redîfe birine Goristana Karşiyaka ya Tatwanê definkirine.

(db/zt)