Roja Mamosteyan bi berxwedanê hate pîrozkirin
18:05
JINHA
ÊLIH – Mamosteyên Egîtîm Senê ku ji peywîrê dur hatin xistin 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cihanê bi çalakiya berxwedanê pîroz kirin.
Mamosteyên endamên Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê yên ku bi biryara KHK’ ji kar hatin dûrxistin, li ber avahiya Sînemaya Yilmaz Guney çalakiya xwe di roja 14’an de berdewam dikin. Mamosteyan 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cihanê bi berxwedanê pîroz kirin. Mamosteyan îşlîka komeleyê dan ber xwe û dowîza “Destên xwe nede mamosteyên min” hilgirtin. Her wiha mamosteyan pîzpîzikan deng derxistin.
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, nûner û rêveberên rêxistina HDP, DBP’ê jî bi malbatên mamosteyan re piştgiriyê dan çalakiyê. Li cihê çalakiyê pankarta li ser “Ji bo civakek bi qewet û demokratîk ji mamosteyan re statü” hate daliqandin. Hevseroka Egîtim Senê ya Êlihê Zalîfe Bulut Roja Mamosteyan a Cihanê li hemû mamosteyên di berxwedanê de ne pîroz kir û diyar kir ku ewê heya dawiyê dê li ber xwe bidin. Zalîfe anî ziman ku bêmafiyê li wan kirine lewra ew ê mafê xwe di çalakiyê de bigerin.
Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî mamosteyan pîroz kir û berxwedana wan silav kir. Ayşe got ku ew bêmafiya li mamosteyan hatiye kirin di cihanê de nayê qabûl kirin. Ayşe piştî axaftina xwe ketin nav mamosteyên di çalakiyê dene û piştgiriyê dan wiha nîşan da.
Welatiyên derdorê jî bi çepîkan pîştgiriyê dan berxwedana mamosteyan. Çalakî bi stranên koma NÇM’ê ligel govend gerandinê berdewam kir.
(ho)