'Armanca êrîşa Hesekê biratiya gelan e'
09:01
Ebîr Ehmed –Lava Sîrac/JINHA
HESEKÊ -Hevseroka Meclîsa Gel Yesra Ilyas têkîldarê êrîşa xwekujî ya li bajarê Hesekê pêk hatî, wek hedefgirtina biratiya gelan pênase kir û banga hişyariyê li gel kir.
Hevseroka Meclîsa Gel a bajarê Hesekê Yesra Ilyas di derbarê êrîşa ku li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê pêk hatî û di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûye de nirxandin kir. Yesrayê êrîş wek hedefgirtina biartî û aramiya gelan bi nav kir û ev tişt got: "Rewşa bajarê Hesekê taybet e. Hemû pêkhate tê de dijîn. Projeya biratiya gelan heye. Hêzên tarî û çete bi planeke qirêj dixwazin vê biratî û hevgirtina gelan xirab bikin. Li beramberî gelê sivîl êrîş kirin, dixwazin gel bitirsînin, koçber bikin."
'Destê rejîma Baasê di êrîşê de heye'
Yesrayê destnîşan kir ku, pergala desthilatdariyê ji ber tirsa avabûna sîstema federaliya demokratîk êrîş pêk tînin û wiha pê de çû "Hevgirtina gelan ne li gor çeteyan e. Li Rojava û Hesekê xebatên federaliyê pir li pêş e. Ji ber wê li bajarên Hesekê û Qamişlo teqînên mezin dikin. Bi îhtîmaleke pir mezin destên rejîma Baas jî di vê êrîşê de heye."
Banga hişyariyê ligel hat kirin
Yesrayê banga hişyariyê ligel kir û wiha axivî: "Em bang li gelê xwe dikin ku di rojên hesas û girîng de li Asayişa Gel guhdar bikin. Divê li her derê kom nebin. Dema kom bibin jî baldar bin. Em sersaxî ji gelê xwe re dixwazin. Ji birîndaran re jî şîfa dixwazin. Bila gelê me şiyar be û haya wan ji hêzên tarî hebe. Dijminên me pir in. Li gor wê em ê tev bigerin û têkoşîn bikin."
(en/rc)