10’ê cotmehê: Yên dixwazin bêxwîn li ezmanan binêrin (2) - DOSYA

09:03
DOSYA" class="social-twitter">

Jinên aştî emanet hiştin

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Di şerên mêran da destpêkirin, di bajarên ku mêran hilweşandin de, di komjiyên mêran pêk anîn… Di her demê de li her derê yên dengê aştiyê bilindkirin û bedana xwe dan ser jiyanê jin bûn û di 10’ê cotmehê de ji bo aştiyê bînin derketibû rê.piştî wê rojê 30 jinên aştî emanet kirin li ser milê jinên ku gotibûn ‘soza me ji bo we emê aştiyê bînin’ hatin hildan.

Jinên li her derê cîhanê li eniya pêş têkoşîna jiyanê dan di 10’ê cotmehê de qad tije kiribûn. Di şerên mêran dabûn destpêkirin de jin hedef hatin girtin. Di 10’ê cotmehê de bi hezaran jinî re jinên li Gara Tirînê ya Enqereyê hatin cem hev li dijî şer aştî diparastin. Dema derketin rê her tişt li dû xwe hiştin û piştî hatin qetilkirin jî emanetên xwe hiştin:Aştî.

Aycan Kaya, Ayşe Denîz, Azîze Onat, Başak Sîdar Çevîk, Bedriye Batur, Berna Koç, Dîcle Delî, Dîlan Sarikaya, Ebru Mavî, Elîf Kanlioglu, Emîne Ercan, Fatma Esen, Fatma Fîlîz Batur, Fatma Karabulut, Gozde Aslan, Gulbahar Aydeniz, Gulhan Elmascan, Îdîl Guneyi, Kubra Meltem Mollaoglu, Leyla Çîçek, Meryem Bulut, Necla Duran, Nîlgun Çevik, Sarigul Tuylu, Sevgi Oztekin, Sevîm Şînîk, Seyhan Yaylagul, Sezen Vurmaz Babaturk, Şebnem Yurtman, Şîrîn Kiliçalp û Muhammed Veysel Atilgan.

Bi zarokê ligel wan Veysel re di 10 cotmehê de haqatin qetilkirin û çîroka wan tevî her tiştî tije hêvî ye.

Aycan Kaya

Aycan Hevseroka HDP’a Uskudara Stenbolê bû. cenazeya wê di 12’ê cotmehê de şandin Êlihê.

Ayşe Denîz

Ayşe endama Lijneya Rêveberiya navçeya Karşiyaka ya HDP’ê bû. muşavîra malî bû. cenazeya wê bi Bernayê re li goristana Dogançay a Îzmîrê ji aliyê jinan ve hat definkirin.

Azîze Onat

Azîze endama rêxistina HDP’a Uskudarê bû. li gundê Zivzik a Şîrwana Sêrtê hat dinê. Piştre diçin Stenbolê. Beriya biçe Enqereyê ji bo zarokên Kobanê pêlîstok berhev kiribû. cenazeya wê di 12 cotmehê de li ser milê jinan li Umraniyeyê hat definkirin.

Başak Sîdar Çevîk

Başak li Zanîngeha Atilimê xwendekar bû. Başak Sîdar Çevîk bi malbata xwe re li qada mîtîngê hat cem hev. Di komkujiyê de meta wê Nîlgun hat qetilkirin. Bavê wê got wan tenê aştî dixwest. Nîlgun li Pirsûsê hat definkirin.

Bedriye Batur

Bedriye bi meta xwe Fîlîz Batur re li qadê bû. bi hev re derketin vê rê û bi hev re jiyana xwe ji dest dan. Cenazeya wan li Alanyayê hat definkirin.

Berna Koç

Berna endama Mala Gel a Îzmîrê bû. karkera paqijiyê bû û li aliyê din ji bo zanîngehê xwe amade dikir. Bernayê li zanîngeha Celal Bayar beşa Nexşerê û Kadastroyê qezenc kir. Bernayê di biçûkatiya xwe de malbata xwe winda kiribû û malbatekê ew xwedî kiribû. lê ew malbata xwe jî winda kiribû û di yurdê de mezin bû. Berna li Îzmîrê bi tevlîbûna hezaran hatibû definkirin.

Dîcle Delî

Dîcle 17 salî bû li Sêrtê hatibû dinê. Malbata wê li Stenbolê dijî û li lîseya bakirkoyê dixwend.ji bo aştiyê derket rê û wêneyê di mîtîngê de kişandibû bû wêneyê wê yê dawî.

Dîlan Sarikaya

Dîlan li Zanîngeha Çukurovayê xwendekara arkeolojiyê bû. Cenazeya wê li Edenê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.

Ebru Mavî

Ebruyê li Zanîngeha Enqereyê dixwend. Beşa kîmayayê dixwend û ji bo mîtîngê j alanyayê hatibû. Ebruyê di teqînê de jiyana xwe ji dest da û cenazeya wê birin Elbîstanê.

Elîf Kanlioglu

Elîf ji Aydinê hatibû Enqereyê. Li Zanîngeha Mêrsînê beşa zimanê biyanî dixwend. Bavê wê di cenazeya wê de got: “Keça mi ji bo aştiyê ji bo kes nemire li wir bû. Keça min Laz bû. Ji bo Kurd nemirin, Çerkez nemirin, tirk nemirin li wir bû.” cenazeya wê li navçeya Arhavî ya Artvînê hat definkirin.

Emîne Ercan

Emîne endama EMEP’ê bû. Cenazeya wê di 12’ê cotmehê de li Çorumê hat definkirin.

Fatma Esen

Endama HDP’ê bû û di 12’ê cotmehê de li goristana Gazî ji aliyê jinan ve hat definkirin.

Fatma Fîlîz Batur

Fatma hevseroka HDP’a Alanyayê bû. têkoşîna jinan dida. Jinên şîdet didîtin diparast. Ji bo jinan kar didît. Di 10’ê cotmehê de li Alanyayê bi Bedriye Baturê re hat definkirin.

Fatma Karabulut

Li HDP’a Uskudarê peywirdar bû. cenazeya wê di 11’ê cotmehê de şandin Konyayê û li gundê Kirkişla ya Cîhanbeyliyê hat definkirin.

Gozde Aslan

Gozde endama baskên ciwanan a CHP’a Meletiyê bû. ji Meletiyê hatibû. Gozde di 12’ê cotmehê de li Meletiyê hat definkirin.

Gulbahar Aydenîz

Gulbahar jî endama baskê ciwanan a CHP’ê bû. cenazeya Gulbaharê jî di 12’ê cotmehê de li Meletiyê hat definkirin.

Gulhan Karli Elmascan

Gulhan Karli Elmascan mamoste bû. bi hevjînê xwe ku salek bû zewicî bûn re ji Edenê hatibû mîtîngê. Di 12’ê cotmehê de cenazaya wê şandin li Eregliya Konayayê hat definkirin.

Îdil Guneyi

Îdîl li TCDD endezyar bû. ji zanîngeha Hacettepeyê mezun bibû. Îdil di 12’ê cotmehê de li Enqereyê li goristana Karşiyaka hatibû definkirin.

Kubra Meltem Mollaoglu

Kubra namzeya parlamenteriya rêza 12’an a yekemîn herêma Stenbolê ya HDP’ê bû. di 11’ê cotmehê de li Uskudarê li goristana Karacaahmetê hat definkirin.

Leyla Çîçek

Endama Lijneya Rêveberiya Tarsusa HDP’ê bû. cenazeya wê di 12’ê cotmehê de li Tarsusê hat definkirin.

Meryem Bulut

Meryem Bulut 70 salî bû û endama Rêveberiya HDP’a Şîşliya Stenbolê bû. her kesî dayika Meryem nas kir. Dayika Aştiyê bû. Meryem di 12’ê cotmehê de li gundê Îkîztepe ya Êlihê hat definkirin.

Necla Duran

Necla endama Mala Gel a Antakyayê bû. cenazeya wê di 12’ê cotmehê de li navçeya Defne taxa Aşagiokçularê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin. Cenazeya wê bi dirûşmeyan hat definkirin.

Nîlgun Çevîk

Nîlgun Çevîk ji Rihayê tevlî mîtînga Enqereyê bû. Nîlgun berê nexweşa pençeşêrê bû û derbas kiribû. cenazeya wê di 12’ê cotmehê de li Pirsûsê hat definkirin.

Sarigul Tuylu

Sarigul endama HDP’a Sariyerê bû. cenazeya wê di 11’ê cotmehê de li ji Mala Cemê a Nurtepe hat oxurkirin.

Sevgî Oztekîn

Sevgî ji bo azadiyê li qadê bû. Di 11’ê cotmehê de li goristana Karşiyakayê hat definkirin.

Sevîm Şînîk

Sevîn ji Alanyayê çibû Enqereyê. Cenazeya wê di 12 cotmehê de li Alanyayê hat definkirin.

Seyhan Yaylagul

Seyhan ji Elbîstanê çibû Enqereyê. Li Elbîstanê li mala cemê merasîm pêk hat û li Meletiyê hat definkirin.

Sezen Vurmaz Babaturk

Sezen bi keça xwe ya 15 salî re li Enqereyê bû. keça wê birîndar bû, wê jiyana xwe ji dest da. Di 12’ê cotmehê de li Meletiyê hat definkirin.

Şebnem Yurtman

Şebnem li zanîngeha Mersînê xwendekar bû. endama Lijneya Rêveberiya Partiya Kedê bû. cenazeya wê li navçeya Karaîsali a Edenê hat definkirin.

Şîrîn Kiliçalp

Şîrîn li Stenbolê mamoste bû. di heman demê de lîstikvana Sahneya Jinan a Stenbolê a Egîtîm Senê bû. di 11’ê cotmehê de li Kuluyê hat definkirin.

Muhammed Veysel Atilgan

Û zarok Veysel… Veysel 9 salî bû. bi bavê xwe Îbrahîm Atilgan re hatibû mîtîngê. Diçû pola sêyemîn. Di vîdeoyek xwe de gotibû ew dixwaze bibe parêzer. Cenazeya Veysel di 11’ê cotmehê de li Êlihê hat definkirin.

Sibê: Şahid 10’ê cotmehê vedibêjin

(sy\hu)