Boykot dest pê dike: Em êdî televîzyonê temaşe nakin

09:06

JINHA

WAN – Jinên Wanê bertek nîşanê girtina televîzyonan da û gotin: “Nekarin me bi derewan bixapînin. Em li dijî girtina deng, ziman û rengê xwe wê televîzyonên derewên desthiladariyê nîşan didin temaşe nekin.”

Bi KHK’yan re di serî de Gun, ÎMC, Azadî, Zarok, Hayatin Sesi, Van Tv û Med Nûçe, televîzyonên muxalîf û Kurdî weşandê dikin bi darbeyê re hatin girtin û jin xwe ji bo kampanyayek nû amade dikin. Jinên wanê gotin ‘Ew êdî televîzyonê temaşe nakin’ û gotin wê kanalên alîgir boykot bikin.

Hanîfe Borak ya tevlî boykotê bû got: “Bi salane ji bo em çanda xwe jibîr bikin dewletê her cureyê polîtîkayê pêk anî. Televîzyonên me ji bo me çavkaniya şabûnê bû. Lê kêfa me di dilê me de hiştin. Em bi salane têdikoşin. Emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Sabriya Abo jî got AKP polîtîkayên xwe yên qirêj carek din li ser jinan pêş dixînin û got: “Erdogan hemû kanalên bi dengê jinan weşanê dike digire. Tenê televîzyonên propagandaya dewletê dikin man. Bila kes li kusurê me nenêre. Ez telezîyonên pesnê Erdogan dide temaşe nakim.”

Halîme Işikê jî got her gelek televîzyona ku wan nîşan dide heye û got: “Li cîhanê her netewek zimanê wan nasnameya wan heye. Çima ya gelê Kurd tine. Em jî gelin. Çima televîzyona me girtin. Ji bo derewên xwe baş vebêjin gelo?Ev zila AKP’ê wê heta kengê bidome. Emê heta dawiyê xwedî li nasnameya xwe derkevin.”

(htk/hu)