Qayyuman li Kerboranê qadên jinan girt!
09:08
JINHA
MÊRDÎN – Qayyûma tayînê şaredariya DBP’ê hat kirin Mala Jinê û Parqa Azadiyê girt û xebatên atolyeya mala jinê jî rawestand. Jinan got yên îradeya wan nas nakin ew jî nas nakin û banga têkoşînê kirin.
Li Kerborana Mêrdînê ji sala borî heta niha polîtîkayên zextê didomin. herî dawî qayyûm tayînê şaredariyê kirin. Mala Jinê û Parqa Azadiyê hat girtin. Jinên Kerboranê ku sedema êrîşan baş dizanin diyar kirin ku divê Kurd êdî bibin yek û li dijî êrîşan têbikoşin.
‘Me şaredariya xwe bi keda xwe qezenc kir’
Gulsum Demîrê tayînkirina qayyumê wek zilm nirxand û got: “Me şaredarî bi keda xwe qezenc kir. Lê hatin desteserkirin. Em vê qebûl nakin. Me pirsgirêkên xwe bi rehetî ji şaredariyê re radigihand. Lê êdî ne mumkune. Me bi hewldan û keda xwe şaredarên xwe anîn ser peywirê. Lê hevşaredarên me girtin, parlamenterên me ji meclîsê davêjin.”
Gulsumê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo jinan ji xwe qadên civakî qels bûn lê piştî qayyûman Parqa Azadî hat girtin û divê êdîKurd bibin yek. Gulsumê da zanîn ku sedema êrîşan eve ku Kurdên li gorî xwe biafirînin û got nêrîna wan wê ti carî neguhere. Gulsumê di dawiyê de got ew dixwazin zarokên wan azad bijîn.
Jina bi navê Latîfe Arslanê got pî û baskên wan şikestiye û wiha got: “Gelo tiştên ez dixwazim bêjim bi rehetî dikarim bînim ziman? Wê destê min kelepçe bikin û kurê min yê astengdar wê li kolanan bimîne. Şaredarî ya me bû. me got emê azad bibin. Em bûn dîlgirtî. Em digirîn. Baskên me şikestin.
‘Hilbijartin ji bo çi tê kirin’
Safiye Doganê jî pirsa ‘çima hilbijartin tê kirin’ pirsî û bêwatebûna qayyûman li ber çavan radixe. Safiyeyê got: “Mirov kê dixwazin bila ew bên hilbijartin. Divê wisa jî be. Lê ya îro tê kirin zilme. Ez ji şaredariya xwe razîme. Lê bi qayyûman re zilm zêde bû.”
(kom/hu)