Li Sûrê bi desteka polîsan çeteyên esrarê bi dilê xwe tevdigerin!
09:44
JINHA
AMED - Li Sûrê di demên dawiyê de kesên ku ne ji taxêne û çeteyên esrarêne li serê kolanan digerin. Niştecihên navçeya Sûrê dibêjin ku çeteyên esrarê 'bi piştgiriya polîsan hatine' û gotin ku eger pêşî li vê yekê neyê girtin ew ê nobeta parastina cewherî bigrin.
Li navçeya Sûra Amedê piştî berxwedana xwerêveberiyê, ligel xirakirin û tacîzê vê carê bi piştgiriya polîsan çeteyên tiryak bi aweyek rihet li kolanan digerin. Piştî berxwedana dîrokî ya 103'ê rojan berdewam kir, li çar taxên Sûrê hêj 'qedexeyê derketinê dewam dike' û li serê her kolanek ya navçeyê polîs bi cih bûne. Gelê ku li hember polîtîkayê koçkirinê bi berxwedanê bersiv daye vê carê bi çeteyên tiryak dixwazin nava gel de ne aramiyê pêş bixin.
Niştecihên Sûrê diyar kirin ku polîsan li nava kolanên Sûrê weke eşqiyan digerin û bi gotina 'min te ne eciband' wan digrin lêpirsînê. Her wiha welatiyên Sûrê anîn ziman ku, gelek ciwan bi aweyek keyfî ji aliyê polîsan ve hatine darp kirin û tacîzkirin û bal kişandin ser kesên dervî taxê ên ku tên serê kolanan radiwestin.
Welatiyên taxê destnîşan kirin ku, kesên gumanbar tiryakî li zarok û ciwanên taxê belav dikin û gotin ku ev yek di bin çavdêriya polîsan de pêk tê û wiha axivîn: "Polîs gelek car silav dide van kesan û ligel wan sohbetê dike. Ji ber bêhna esrarê mirov nikare kolanê re derbas bibe. Divê li hember vê yekê tiştek bê kirin."
Niştecihên taxê yên ku nexwestin navê xwe bidin bi lêv kirin ku, ew êdî weke berê nikarin li taxên xwe tevbigerin û wiha gotin: "Eger tedbîrên vê yekê neyên girtin, em ê li hember vê nobeta parastina cewherî li kolanên xwe bidin destpêkirin. Zarokên me bi destê dewletê dibe tiryakî."
(mm/rc)