Ji bo jinan semînera têkoşîna bi hişbir re hat dayîn
12:17
JINHA
AMED – Li Çinanra Amedê ji bo jinan semînera li se têkoşîna bi hişbir re hati dayîn.
Navenda Jinê ya Jinwar a Şaredariya Çinara Amedê û Naveda Serlêdanê ya Hevra ya ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatê xwe dimeşînin ji bo jinan li ser xeteriya hişbir ya ku bi polîtîkaya dewletê di nav gel de tê belavkirn semîner dan. Di semînera ku li Naveda Jinan a Jinwar hat dayîn de, xebatkara Navenda Serlêdanê ya Hevra psîkolog Serap Çapraz der barê xeteriya hişbir de jin hişyar kirin û agahî dan jinan.
Serap ya ku bi dîmenên bi Slaytê xeteriya hişbirê ji jinan re da nîşan dan wiha got: “ Ji bo madeyekî ku mirov pêgirê wî ye ger ku mirov di rewşa rûhî, fîzîkî û tevî pirsgirêkên civakî jî dest jê bernede, ew tê wateya ku daxwaza mirov ya berdana vî madeyî tune ye.”
Serap diyar kir ku ger malbat ji zarokên xwe der barê bikaranîna medeyê hibir de bikevin şik û guman ji divê ku bi zarokên xw re têkiliyeke baş deynin û ev tişt got: “ Metirsin, wateya hêrsbûn û lêdanê ya di wê rewşê de jî qet nîne û nebe çareserî. Rewşa ku zarok tê de ye fam bikin. Wekî ku sûc kirye bi ser zarokên xwe de neçin. Wan bişopînin û serî li cihên ku hûn karibin alîkariyê ji wan bigirin bidin.”
Her wiha piştî axaftin û pêşkêşkirna slaytê semîer bi pirs û bersivan hat berdewamkirn.
(gc/mk)